îstîfa le mexlûq jyanî bê minet

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  523 Dîtin
necmî dehir noşî şerabî qehir eger
leřenc û derdewe řoxt bigate ’eynî seqer
lekatî şîddetî serma le çoł û seḧrada
le îḧtyacî be řûtî eger bikey to sefer
le katî germeyî hawîn û coşî ba ḧura
be zarî wişk û lebî teşne û dûçawî teř
be’ucretî dûsê ane hetakû êwarê
’emel bikey be ezyet hetakû eybeye ser
emet be baştir ezanim ke to be muḧtacî
le pêşî xelq be te’zîm ke danewênî ser