merdum azarî meke be xû

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  495 Dîtin
le gwê bigre ey yarî xawen huner
yekê pendî şîrîn mîsalî şeker
meke mirdum azarî hergîz be xû
ḧezer ke le ahî şewan û seḧer
le însanewe ta be mêrûleyê
le dest û zubanit nebînin zerer
delerzê le zułmî to ’eřşî xuda
henasey hetîwan mîsalî şerer
le azarî dił dête cunbuş ẍezeb
leqehrî xuda xadîmaNasnava edebî elḧezer