bê dengî bo nexwêndewar lazme

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  535 Dîtin
le danş yekê nêwmayey nebê
le feził û hunerda çe payey nebê
le her meḧfelê bê qise û guftugo
le ẍeyrî xemoşî çe ẍayey nebê
le damî goynde gwê řagrê
heta ’eqłî bo ew çemayey nebê
le dukanî feził û huner bo qise
qisey wa meke ger çemayey nebê
qisey bê hûde to ezanî çîye
mîsalî dirextêke sayey nebê