’eybî xot lepêş çawit bê

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  764 Dîtin
’eybe ’eybî xełq to beyan bikey
’eyb û ’arî xot to penhan bikey
’eybî wa mełê le herkesda bû
em ’eybe lexot ger guman bikey
bira çît dawe to le derdî xełq
lazme derdî xot derman bikey
îslaḧî nefist feřzî zîmmete
ta em kafre musłiman bikey