çake bike çaket dêtewe řê

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  668 Dîtin
ta destit ega firsete ey yar
çake bo mexlûq bîke pîşe û kar
talbî gencî ebê řenc berî
towê biçêne piř bike ’embar
legeł ẍerîban lutif û řeḧmet bê
ta nawî çaket bibê berqerar
nawî çake bot lepaşî mirdin
çatre le qesir û seray zeřingar