tercî’bendî nîştimanî «bendî heştem»

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  773 Dîtin
peyřewî qewlî řesûł û eşrefî însanme
to bê wa ḧubbî weten nûrî dił û îmanme
berdî, herdî, gewhere, xakî be çeşnî ’enbere
diřk û dałî sunbul û lalew guł û řêḧanme
penceyî bêgane binçîney jyan dênête der
manî ew bote nemanim, hem nemanî manme
çawekem lem kulbeye bênûre bê to çawekem
çaweřêy bonî kirasî yusfî ken’anme
labda destî ’edałet perdeyî zułmatî zułim
sed sikender îştyaqî çeşmeyî ḧeywanme
wîs’etî dinya be serbestî nebê her zeyqete
qesrî fîrdewsî berîn bê kułbeyî eḧzanme
key ebête aşna bêgane her bêganeye
aşname û se’î û cehdî bo biřînî nanme
demkujê derdî esaret xełqe çarî min çîye?
lêwî wişk û řengî zerd û çawî teř burhanme
lêm mepirsin çareyî derdim ezanim xo çîye
ḧuřiř û azadî şirînqe û ḧebbu hem dermanme
nuqteyî azadîye destî qeder nûsîwyetî
bûme peřgar û be dewrî daymî dewranme
şerte serbazî be serbazî bikem lem dewreye
nîyetî pakî ełê em dewreye peymanme
lale ger biřwê leser qebrî şehîdanî weten
xwênî paławî cigerme û dîdeyî giryanme
swên exom bem xake pake ey gelî kurdî ḧezîn
bo necatî êwe her hawarme û efẍanme
min do’atan bo ekem êweş biłên amîn be dił
řoj û şew em şî’re bo to wîrdî sibḧeynanme
(řebbî bedkarit bibînim kwêr û îflîc û zelîl
bête ber derget biłê haware kakî kurd dexîl)