tercî’bendî nîştimanî «bendî ḧewtem»
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
2 Xulek
698 Dîtin
wez’î dewranî ewa gořîwe bot destî qeder
êste estêrey se’adet şewq eda çeşnî qemer
têpeřî dewrî nezanî, hełkira beydaẍî ’îlim
koşiş û hewłê bide em sêberet ba bête ser
destî ’îlim û fen hełî da bazî dewłet bo hewa
bextyare ger binîşê herçî ew bazey leser
dewrî şîr û tîr û xencer hem tifeng emřo nema
’îlme ger bo to bika karî hemûyan ser be ser
destî xeyatî ezel bo toy biřîwe kirasî ’îlim
aferîn bo ew kesey merdane wa eykate ber
seyrî ewrûpa bike bem ’îlmewe bo kwê çuwe
paşî teyyare û seyare sîn’etî hênaye der
to be cê mawî le erza bo sefer ender weten
wa ewîş bo asman eřwa eka keşfî qemer
kewkebî sun’î be dewrabê serit exulêtewe
bes biłê îşî şeyatîne ebê lêy kem ḧezer
kafîye bo dersî ’îbret çaw hełêne to demê
pêgeyîwin qewmî dunya her to mawî muxteser
her leber ceng û cîdale daxekem bo kewtinit
daxłî mentiq nîye, nabê be «şeř» bê qet beşer
ḧacî qadir bû le daxî êwe çołî kird wiłat
rojî xoy lem negbetey dawe be êwe zû xeber
firsetî teḧsîlî ’îlim û fen le dest xotan meden
ḧesretî cehil û nezanî qet le dił naçête der
tenbełî bote şî’arit ba wicûdî îxtyar
îxtyarit da benegbet çî bika ḧukmî qeder?
nûrî ’îlme wa cîhanî taze řûnak kirduwe
şemşemekwêre eger nî, bo çî lêy nakey nezer?
her be daxî to le xwênawî ciger etlêmewe
ḧesretim zore heta nexlî umêdim dête ber
destełatêkim nîye ẍeyrî do’a û pařanewe
her ebê bîłêmewe wîrdî zubane ta seḧer
(řebbî bedkarit bibînim kwêr û îflîc û zelîl
bête ber derget biłê haware kakî kurd dexîl).