tercî’bendî nîştimanî «bendî çwarem»

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  632 Dîtin
ey weten kwa meclîsî eḧbab û nan û xwaneket?
çîye bezmî badenoşî û saẍîrî peymaneket?
kwanê saqî xoyî û mey, mutrîb beçeng û ’ud û ney?
mestî serbestî be azadî gelî dîwaneket
gułşenî şadît çîye? pejmurde û bê řewneqe
kwa nesîmî ’enberînî subḧî ’etir efşaneket?
rêwî rawî lê eka yarî be kilkî xoy eka
řezmigahî şêr û bewr û ’erseyî meydaneket
tekyegahe bo geda û bê abřu û bê şerim û ’ar
ferş û ’erşî ’îzzet û hem mesnedî şahaneket
pêstî mirdin bû beser ruxsarî şewqit hełkişa
çî bû emřo zewq û şadî û şořşî mestaneket?
keyfeket azîz mirduwe matemî dagirtuwe
leylî koçî kirduwe bo em diłey dêwaneket
bo becarê buwete pûş û diřk û dał û kend û şîw?
çîmen û deştî beheşt ayînî cê seyraneket
bo lepê kewtûyî carê hîç tekan nadey bexot?
çî bû hêzî pehlewanî û ḧemleyî merdaneket?
kame tofanî beła bû wułatekey toy têk rûxand?
agirî xistote cergim derdî kurdistaneket
boçî wa wêran û çołe? kundebû lêy xwênduwe?
cê hewarî rołekanit merkezî kwêstaneket
rołekanit boçî řût û qût û birsî û bê newan?
kê be tałanî le tosand birinc û deẍił û daneket?
day tepand lafawî negbet qesir û koşk û hem bînat
bote dersî çawî ’îbret kuçeyî wêraneket
şem’î rûy toy dî be xamoşî enałênê be kuł
wa be dewrî to le perwazaye xo perwaneket
her’ezîzî qewmî toye wa cigerpare û zelîl
bo nesûtê cerg û diłyan bo diłî buryaneket?
ey weten em şê’reye wîrdî zubanî roj û şew
muxlîs û hem xaksar û xadîmNasnava edebî e dêwaneket