tercî’bendî nîştimanî «bendî sêyem»

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  663 Dîtin
hatewe sirwey behar û mewsimî xendey gułan
gułşenî şadî jyawe fesłî wesłî bulbulan
piřgułałey sûre emřo deşt û seḧra û çemen
her ełêy têr’aw be xwênawî şehîdî nîştiman
baweşênî gułşenî kird destî sirwey newbehar
takû pişkoy guł bipşikiwênê le bodestî gelan
bergî sewzî kirde berdeşt û kej û seḧnî çemen
bergî sûrî her weku taraye bûkî erẍewan
hařehařî awî qełbez hajehajî bay nesîm
hem birîqey koławu berq û tirîşqey hewrekan
mel milî dirext be xwêndin bilbilîş perwaz eka
em çił û ew çił le boguł rojî wesłî ’aşiqan
qumrî tewqî bendegî kirde milî bo darî serû
çun lebałay dulberî ře’na eçê serûy rewan
şenge bî eşnayewe darîş çiroy hênaye der
qaspeqaspî kew piřî kird deşt û kêw û şaxekan
ey behar herçend ke xoş û xuřřemî diłguşay
dił be çî xoş kem be to emřo le daxî nîştiman
rołekanî dest be kot û pê le zincîr û esîr
ḧepsî zîndan û zelîl û zamdar û bê newan
derkiraw û mułk û cêga lê biřaw û řût û qût
lêwî wişk wiçawî teř cergî biřaw bê xan û man
gerçî sirwet dê le bo şadî beser xakî weten
wek şerarey dozexe bo ême emřo bê guman
sedbeharî wek to derdî ême qet naka dewa
ba beharîş bê lebo ême zistane û xezan
ew ḧele diłxoş ebim serbest û azad bim weha
bême kayey qewmekanî tir be xoşî û kameran
sirweket xakî weten piřka le ’etrî newbehar
ta bewa bişnêtewe beydaẍî cwanî nîştiman
(řebî bedkarit bibînim kwêr û îflîc û zelîl
bête berderget biłê haware kakî kurd dexîl)