8

Li pirtûka:
Yaddaştekanî Minalî û Beşêkî Serdemî Feqêyetî
Berhema:
Mela Mihemmedî Çirustanî (1895-1963)
 13 Xulek  751 Dîtin

xolase paş çayî û berçayî xwardinî dîwexan çûyn bo mizgewtî gewre, be pirsyar mela sabîrî nazenînman dozyewe, pyawêkî zor řûxoş û be giftugo û dem be pêkenîn bû, yaxwa řeḧmetî xway lê bêt. lepaş bexêr hatin kirdin teklîfî cêgem lê kird, me’zeretî hênayewe ke cêga nîye. zorim legeł wit fa’îdey nebû. witî: nawit çîye? witim: miḧemmed. îtir giftugoy kake ḧeme gyan bû. qisey legeł ekirdim, le qisekirdinî le cêga me’yûs ebûm. lakîn ke temaşam ekird qisekanî hemû be pêkenînewe bû tozêk umêdim peyda ekird.

řojî cum’e bû, nwêjî cum’e nizîk buwewe. le dûrewe te’rîfî xutbey mela miḧemmedim bîstibû, zû çûme jûrew, nizîk mînbereke danîştim. zor ’aciz bûm. feqê řesûł xwa ’efûy kat qur’anî exond, zorim pê xoş bû. sunnetî cum’e kira. cenabî mela, xuda ’efûy kat, çuwe ser mînbereke, bebê kaẍez bedesewe girtin xutbeyekî zor belîẍî xwêndewe. têgeyştim. le basî pişt be dinya nebestin û bednya meẍzûr nebûnewe, çunke hemûkes becêy ehêłêt. bew munasebetewe têhełkêşî kird bo wefatî bawkî «ḧacî mela ’ebdułłay celî» řeḧmetî xway lê bêt ke par lem mangeda, lem řojeda leser em mînbere ew xutbey xwênduwe, êste ew le cêgayekî tire û yekêkî ‌tir le cêgayekey ew xutbe exwênêt, emma be giryanewe û bebê gîrugirift û serbest û dilêrane eyxiwêndewe. têgeyştim ke par ew mange bawkî wefatî kirduwe. beřastî lelam huner bû û diłim ewende bew xutbeye meşẍûł bû xefet le diłma nema.

paş cum’e çûynewe bo ḧucre çunke mela sabîr xoy witî paş cum’e neçin be hîç layeka, wernewe bo êre û tewaw me’yûsîş nebûbûm. nazanim çi feqêyek leser gełû dengî minî bîstibû, ya le suleymanîye minî dîbû witbûy be mela sabîr mamostakeyan dengêkî xoşî heye. legeł çûynewe ḧucreke û danîştîn bê tewequf û pêş nan xwardin witî: erê kake ḧeme gyan ełên dengêkî xoşt heye, tuxwa eger ẍezełêkim bo nexwênîtewe. witim: mamosta min diłim piř ẍeme, xefetî xom le layek, xefetî em dwaneyş legełmin lelayek. min se’atêke lêt epařêmewe bo cêga řam nagrît, keçî pêm ełêyt ẍezelim bo bixiwênerewe. bexwa mamosta taqetim nîye. zor ’aşiqî dengî xoş bû, witî: kake ḧeme gyan bequrbanit bim tuxwa eger bom nexwênîtewe. witim: axir min wa ’aciz le çi diłêkewe bîxwênmewe. witî: to fermû, xwa xêrkere. kar nîye xwa çakî nekat. witim: çît bo bixiwênmewe. taze şî’ir meḧwî yekeyeke biław’ebowe, witî: ẍezełêkî meḧwî heye «be nûrî bade keşfî zułmetî teqwa nekem, çibkem» leberit nîye? witim bełê leberme. witî: ewem bo bixiwênerewe bequrbanit bim. hêşta jûrî camî’e xełqî tya mabû desim pêkird, feqet têm çirîkan û ’eceb dengêkim bû, zor cwanim xwêndewe, herkes gwêy lê bû řûy kirde berdergay ḧucre, bû be qełebałẍ. pêmwaye ḧewt şî’rekem xwêndewe. ke lêbûmewe witî: kuře ya xwa bexêr bêyt, beserçawekanim, wey beser herdû çaw, xom derist pê ełêm. witim: ey řefîqekanim? witî ewanîş da’emezrênîn. paş nan xwardin û qise û ḧîkayet kirdin, feqê nard xałmyan le mizgewtî pelk û, feqê meḧmûdyan le mizgewtî bayz aẍa damezrand. însanêkî zîrek û teqrîrêkî řewanî bû. dû feqê tirî labû, herdû bêtwateyî: mela qadir «qale şoř», mela xidir «xidre luř». kuřî çak bûn, herdûkyan camîyan exwênd wek min, řefaqetman xoş bû.

lepaş çend mangê mela sabîr çû bo nazenîn bo małî xoyan û mizgewtî bayz aẍa çoł bû, çûme mizgewtî bayz aẍa û xałîşim hênaye ewê. hersêkman lewê girdibûynewe. dersim lay ḧacî mela şefî’ kuřî ḧacî emîn exwênd, xwa ’efûyan kat. ḧacî mela şefî’ çû bo seferî ḧec, çen řojêk eçûm le mizgewtan dersim exwênd. mela qadir û mela xidrî řefêqim hatin zor îlḧaḧyan kird ke bo خۆێندن biçîne boskên bo xizmet mela meḧmûdî boskên. mwafeqetim kird. xałim hat, feqê meḧmû nehat. herçiwarman çûyne boskên bo xizmet mela meḧmûd, xwa ’efûy kat. muddetêk pêkewe bûyn. xałim ’aciz bû, çuwewe bo koyê. řemezan hat, bo cejin mela qadir û mela xidir çûnewe bêtwat, min le boskên mamewe.

zor řûtuqût û bêpêław bûm. leber řûtî řojî cejin le jûrî mizgewteke danîştibûm, meşẍûł bûm be îşî xom. mamosta hat bangî kird: kake ḧeme çî ekeyt le jûrewe were derewe. hatme berheywan. danîştîn. witî: bem cejne betenha le jûrewe řabwardinî to ezanim leber řûtîye. řût nîye biçîte naw xełq. minîş le feqêyetya řûtî û ẍerîbîm bexomewe dîwe. ba ḧîkayetêkit bo bigêřmewe bo tesellî diłit. witim fermû: witî le akirê demxiwênd, zor řût bûm, pêławim nebû, derpêkem diřabû, kewayekî şořim lebera bû piştekey diřabû, berî saẍ bû, çakî kewakem hełdirûbû ta ’ewretim le derpêkewe dernekewêt. feqê ew wiłateyş hemû poşte û perdax û şox û elbîsey cwanyan lebera bû. behar bû, sêşemme û cum’e eçûne derewe bo seḧra bo keyf û seyran û yarî kirdin û zyafet xwardin. herçen feqêkan teklîfyan lê ekirdim min leber řûtî řûm nebû legełyan biçme derewe, betenha le mizgewt emamewe û se’îm ekird. fermûy mizgewtêkî zor xoş û ’ecîbî bû, medḧî mizgewtekey zor kird.

femûy řojêkî sêşemme betenha le jûrî mizgewt se’îm ekird, temaşam kird pyawêkî be serusîma û qyafet, kełeget, beşewket, ’ebayekî telesferî şan surmey qed kirdibû dabûy beser şanya, hate jûrî mizgewt, selamî lê kirdim û danîşt, leberî hełsam, bexêr hatnim kird, destî kird be su’al û pirsyar, witî: medrese boçî çołe? witim: feqêkan çûn bo seḧra û seyran. witî: to boçî neçûyt û be tenyayt? witim: min ḧez le seyran nakem û taqetim nîye. witî: bexwa ezanim feqêy em wiłate şox û poşte û perdaxin, toyş řûtuqûtî pêt ’eybe řefaqetyan bikeyt. îtir pirsîy: xełqî kiwêyt û çî exwênît û le keyewe hatûyt bo feqêyetî? minîş cwabim edayewe.

pyaweke le sîmay der’ekewt ke ’aciz û ẍembar bû. dway giftugoyekî zor witî: ey to boçî hîç le min napirsît ke kêm û le kwêwe dêm û bo kwê eçim û îşim çîye? witim: min edeb ekem ’erizit bikem. fermûy: min fiłan kesim gewrey ta’îfe û saḧêb dê bû mellakim, çwarde hêstir tûtnim narduwe bo mûsił. çwarde hêsrekeyş hîy xome. çwar qetarçîm legeł hêsrekan narduwe. cerde dawye beseryana, des û pêy qetarçîyekanyan tund bestuwe û çawyan bestûnetewe û řûtyan kirdûnetewe, be tûtin û hêsir û esbabî qetarçîyekanewe hemûyan birdûn. emma be’zê le qetarçîyekan nasîwyanin. lepaşa řêbwar des û pêy qetarçîyekan ekenewe. êsta be peyserî ew tałanewe eçim bu mûsił. du’am bo bike, her nîweyşim deskewêtewe lewserewe ke hatmewe sertapê destêk elbîsey çakit bo ekem. witim: bexwa elbîse bikeyt ya neykeyt min du’ay zefer û necaḧit bo ekem û înşeła be meqsûd û diłxoşîyewe egeřîtewe. nardî le bazař nan û kebabyan hêna, xwardiman û pyaweke uẍrî kird. sêşemmey dwayî hîç, sêşemmey dwayî tir paş panze řoj le çeşnî wez’î pêşû medrese çoł û feqê le seyran bûn û min betenha le jûrî mizgewta se’îm ekird, temaşam kird pyaweke hatewe, wek şêrêk bête jûrewe, beřûxoşî û mesrûrî û qisey xoşewe hate jûrî mizgewt, selamî kird û musafeḧey legeł kirdim û danîşt û witî: mijdet bidemê be tûtin û hêsir û kepenek û esbabî qetarçî û kej û gurîsî barekan hemûm wergirtewe îlla nîwe ferdeyek tûtin nebê daẍan kirabû û xom destim lê hełgirt û cerdekan gîran û ḧepis kiran. subḧanełła carî pêşû çen ’aciz û ẍemgîn bû û em care new’êkî tir û pyawêkî tir bû. lepaş qise û ḧîkayet û îstiraḧet kirdin witî: hełse biçîn bo bazař. birdimî bo bazař, her le kiław heta pêław destêk elbîsey çak û cwanî bo kiřîm heta bendexwên û sabûn û kindir û dezû û be’zê şitî tir ke pêwîst bêt û mîqdarêk pareyşî damê. emca ew ewẍirî kird û minîş bûm be însanêkî tir.

mamosta mela meḧmûd em qise xoşey zor be cwanî honyewe, lepaşa fermûy ’aciz mebe, beşkem xway te’ala wasîteyekîş bo to binêrê ke em řûtuqûtîyet defi’ kat, sebirit bêt, qisey mamosta wek îlham wa bû. beçen řojêkî kem dway ew qisane, pyawêk le boskên emrî ḧeqqî becêhêna û mird. meřî zorî bû, nîwey kird be wesyet ke sê yekî nîwekey serbiřn bo feqîran û sê yekî biden be ferş bo mizgewtan û sê yekî biken be îsqat bo kefaretî nwêj û řojûy. mamosta kirdimî be şerîkî îsqat û fermûy qur’anî leser bixiwêne. lepaş naştî fermûy leser qebrekey bixiwêne êware û wesłî cum’ey bike. řojî pêncişemme bû welḧasił be ḧîssey îsqat û parey qur’an xwêndinewe min nizîkî ḧefta qiřanim berkewt ke cêgay sî dînarî êsta egrêt, bełkû qiřanêkî çil û pênc sał lemewpêş muqabîl be dînarêkî îste bû. tesaduf te’zye nebřabuwewe û meřekan nefroşa bûn, le şarê koyêwe kaẍezêkî xałim bo hat kewa xerîkim biçmewe bo suleymanîye, eger zû negeyte koyê kitêb û esbabit ebemewe û eřom. minîş letawa leser pareke newestam, çûm bo koyê, ke teḧqîqim kird řoyştibû. zor ’aciz bûm û xefetim zor xward. diłim tewaw perêşan bû. ey hawar em xałem minî firîb ‌da bo feqêyetî be qerarî çwar sał keçî sałî nebirde ser. taqetim nebû bigeřêmewe bo boskên. payîz bû, geřam be mizgewtana. leber řûtî kes cêgay nekirdimewe. naçar çûme mizgewtî řeşe. paş camî destim kird be fî’le si’dułła lay feqêyek ke zor kewden bû. muddeyek legełim řabward, beyniman têk çû. zistan hat. geřam cêgam nebû. feqêyek xełqî wiłatî suleymanîye pirsîy witî: ewe to hîç pare şik nabeyt. boçî wa řûtî? ḧîkayetî pare boskênim bo kird ke întizar ekem mamosta mela meḧmûd bom binêrêt û çen kaẍezim nûsîwe. wabzanim kaẍezî pê nagat. feqêke ḧukmî lê kirdim. witî: ebê sibey biçît bo ew pareye. be qisem kird. be xoşî û sayeqe çûm bo boskên. parekem wergirt, le ḧefta şitêkî kem bû. geřamewe bo kuyê. tûşî karwanêk bûm, hêstir bar, bo koyê eçûn. legełyan bûm ta binarî heybet sułtan. zistan bû, hewrî hêna, kird be ba û baran, řehêłe û befir. pena bexwa karwan û qetarçî seryan lêşêwa. min hey pêm lêkird. karwanim becêhêşt. serkewtim bo ser kêwî heybet sułtan. lewêwe çawim le dêyek bû, řast berewxiwar dageřam bo dêke. geyştime dêke, řûm kirde mizgewt. qełebałẍî têda bû. keçawyan pêm kewt le tewqî serim ta pencey pêm xořawgey aw ehate xwarê. agiryan bo xoş kirdim û le małan kiras û elbîseyan bo hênam. êware bû, ehlî dêke hemû le mizgewt bûn. pyawêkî koyîş mîwan bû, serkeway leber xoy daken, day pêm, kirdime berim. parekem le gîrfanim hênaye derewe xistime gîrfanî serkeway kabrawe. herçî cilim bû birdyane małan wişkî kenewe. îstiraḧetim kird. germ bûmewe. mandûm ḧesayewe. pêm waye eger danegeřamaye bo ew dêye û her biřoyştimaye bo koyê le binarî heybet sułtan be hîlak eçûm. sibeynê cilekanyan bo hênamewe, kirdime berim. lebîrim nebû parekem le gîrfanî serkewake derbihênim. kabra witî: feqê serkewakem qurs buwe şitêk le gîrfanyaye. witim: eha; erêweła ewe pareye. axir leser ew pareye wext bû dwênê bimirim be hîlak biçim. ḧîkayetim bo kird. witî: beřastî ’aqłît kird ke dageřay bo êre. eger biřoyştibay şewt beserda ehat û be hîlak eçûyt. xwa řeḧmî pê kirdît. parekem lêy wergirtewe û hatmewe bo şarî koye. sertapa elbîsey çakim pê kird û bûm be kuřêkî tir.

mela qadrî jê muste’îdêkî qabîl bû lay mela miḧemmedî koyê, eynasîm. çen car lewepêş çûmelay bo cêge řaynedegirtim. lepaş eme ke poşte û perdax bûmewe û bûm be însan, xoy be demî xoy pêy witim: kake ḧeme îste cêga heye, were. witim: bexwa mamosta nayem. witî: boçî? witim: lemew pêşîş cêga bû, leber řûtî řatnedegirtim. îste embînî poşte û perdaxim, xot be demî xot pêm ełêyt.

ẍerezim emeye řûtî bêḧurmetî û bê’î’tibarîye. xełq temaşay temaşay ser û sûret eken û zahîrbînin. ke wa bû mes’eley «kewa bixo» řaste. ew pareye firyam kewt û her tewaw nedebû û tefa’ol be xêrekey mamosta mela meḧmûd be ḧîkayetî xoy ke kirdî, serguzeştekey le minîşa hatedî. xwa ’efûy kat.

zistan le koyê mamewe. behar çûm bo kerkûk. le mizgewtî ḧacî eḧmed aẍa ke ’elî ḧîkmet efendî mudeřřîsî bû damezram. ḧîsam katîm xwênd. lew muddeyeda mela şêx celalî tirpespyan be sefer hate kerkûk. mulaqatman bû. witî: to sê pûrzat le tirpespyan, çen car kaẍezyan bot nûsîwe ke bêyt bo layan û zor arezût eken le ḧeqîqeta kaẍezêkyan hate koyê û pêm geyşit. witî: were ba biçîne tirpespyan, lewêş bixiwêne. mwafqetim nekird, emma we’dem da ke muddeyekî tir dêm bo hewlêr. paş muddeyek tûşî lerzuta û sêbeřo bûm. mamostam ke mela mecîdî dûlkanî bû, witî: eçim bo deştî hewlêr bo hełebce û bêstane. minîş witim: minîş dêm deçim bo tirpespyan.