7

Li pirtûka:
Yaddaştekanî Minalî û Beşêkî Serdemî Feqêyetî
Berhema:
Mela Mihemmedî Çirustanî (1895-1963)
 13 Xulek  863 Dîtin

le zerdelîkaw desim kird be xwêndî kitêbî camî. le sałî «1326 hezar û sêsed û bîst û şeşî hîcrî şêx se’îdî ḧefîd û şêx eḧmedî kuřî le şarî mûsił şehîd kiran. heway seferî suleymanîye kewte serim. çûm bo suleymanîye. lew řojaneda tesadufî ’ezłî sułtan ’ebdulḧemîd û culûsî sułtan řeşadim kird. bew munasebetewe seduyek topyan leber derkî sera agirda, ’eynî sał muddeyekî kem le suleymanîye bûm, çen dersêkim lay ḧacî seyîd ḧesenî ḧefîd xwênd, xwa ’efûy kat. gwastimewe lay ḧacî mela ’ebdulḧemîdî sineyî le mizgewtî ḧacî ’ezîzî xeyat xwa lêyan xoş bêt, çend dersêkîşim lay ew xwênd. xałe miḧemmed’emînim, xwa lêy xoş bibê, demêk bû desî le xwêndin hełgirtibû, le te’eşuqî xwêndinî min şewqî xwêndinî kewte ser, witî: ḧemey xuşkezam kuřî çak be, le wiłatî xoman xwêndinman bo nakirêt, ba bedzîyewe biçîn bo feqêyetî. min ebim be suxtet. witim: kuře to le kwê exwênît? çon bebê abłax etwanî řabwêrît? witî: min lêre xwêndinim pê nakirêt be şerit û qerar biçîn bo feqêyetî. heta çwar sał ser nakemewe be abłaxa.

tefrey dam. xoman dizîyewe. le mizgewtî qamîşan karwanî wiłatî merge eřoyşit, legełyan řoyştîn, çûyne sergełû. lewê cêgaman nebû, çûyn bo pełko bo lay merḧûm mela siłêman meşhûr be mela siłêmanî mawet. min camîm exwênd. dersî pê newtim. muste’îdêkî le la bû, witî lay ew bixiwêne. minîş bew řazî nebûm. xałe ḧemed’emînim çû bo małî mela bo nan. mela eḧwałî êmey lê pirsîbû ke kên û xełqî kwên? ewîş witbûy: qurban xełqî dêy abłaxîn lay suleymanîye. bew munasebetewe xeberî bawkimî lê pirsîbû, witbûy axir řefîqekem kuřî mela ’ebdulřeḧîme û minîş kuřî mela miḧemmedim, xałî řefîqekemim. xoman ḧazir kirdibû biřoyn. temaşam kird xałî hatewe. em macerayey gêřayewe. zorî pê neçû, mela teşrîfî hat bo ḧucre, diłnewazîy kirdim. fermûy min nemnasît, meřo xom derist pê ełêm. neřoyştim. xoy dersî pê ewtim. zor be merḧemet bû. gelê car lepaş ders serguzeştey zemanî feqêyetîy xoy bo egêřamewe. řojêk le berheywanî mizgewt qełebałẍêk le şêxanî pełko danîştibûn. muste’îdekey cenabî melayş lenawyana bû, qisey bo ekirdin. minîş çûm le kuncêkewe temaşay kitêbim ekird. feqêke em dû şê’rey xwêndewe:

alhî list lilfirdiwî ahlaErebî
wila aqwî ’ilî nar alciḧîmErebî
fihb lî tubة waẍfir zinubîErebî
fank ẍafir alzinb al’izîmErebî

me’nay bo beyan kirdin. lepaşa witî: eme şî’rî pêẍembere. minîş gwêqułaẍ bûm, pêm ezim nekira. witim: mamosta pêẍember şê’rî nefermuwe û ew şî’rane hî pêẍember nîn. muste’îdeke lêm tûře bû, witî: to çûzanît? minîş pêkenîm witim: ey le sûretî «yis» da netxiwênduwe ke xwa efermiwêt: «û ma ’ilminaة alşi’ir, û ma yinbiẍî liة»Erebî feqêke sukûtî kird. xełqeke zanyan qisey mine. feqêke zor ’aciz bû, axrî řoyşit. min û xałim maynewe. way ezanim feqêke le terîqîya serî xoy hełgirt. lepaşa em qise xoşim bo mela gêřayewe, destî kird be pêkenîn. lepaş çen řojêk kakîleyekî mamosta destî kird be jan, fermûy: legełim were, eçim bo şarî merge kakîlekem der’ehênim. le xizmetya çûm bo merge. lewê eyanut: ew sed û yek topey ke le suleymanîye hawîştyan bo culûsî sułtan řeşad, ême le merge yeke yeke emanjimard. mamosta kakîlekey lebna le dem pûka le kêşana şikya. mecbûr bû biçî bo şarî koyê be mekîne derîbhênê. zor perîşan bû, witî: to biçorewe bo pełko, eger maytewe ta dêmewe ḧeqî em beynet bo ekemewe. eger taqetî danîştinit nebû û řoyştî her mubareke. le mergewe ew çû bo koyê, minîş geřamewe bo pełko.

pełko zor germ û naxoş bû. hawîn bû çûyn bo topzaway lay dûkan. çen řojêk lewê mamewe. heway şarî koyê kewte serim. feqê meḧmûdî dûkanî ke îste leser qeyaẍekey dûkane, witî: minîş legełtan dêm. herçen hawarim kird, witî: her dêm. le çemî dûkan peřînewe, şew çûyne nizare. leser banî mizgewteke bûyn, melake gwêy nedaynê. xałim û feqê meḧmûd nan û doyan exward. min witim feqê meḧmûd min birsîm nîye, mandûm. lêfekem lewdûrewe bo daxe, ba řakêşim îstiraḧet bikem. dûr kewtimewe. melake legeł xałim û feqê meḧmûd kewte qise ke xełqî kwên? ewanîş cwabyan edayewe. axrî basî minyan kird, pêyan wit: ewe kuřî mela ’ebdulřeḧîmî çirustanîye. witî: kamyane? wityan: miḧemmed. melake bepřitaw hat bo lam, řast bûmewe, musafeḧeman kird, me’zeretî xwast witim: to çon min enasît? witî: kuře, bequrbanit bim bexwa bîst car mîzit kirduwe bem milema, destî da be pişt milî xoya. witî: to her be qełandoşkanî minewe bûyt. to minał bûyt, minîş suxte bûm le abłax, wekû lele wabûm bo to. zor qisey xoşî kird. paş nwêjî ’îşa hêlkewřonêkî derxiward dam. sibeynê neyhêşt biřom heta gîskêkî bo serbiřîn. zor xizmetî kirdim. ke zanyan eçîn bo koyê, wityan: le dołî xelekan çinaranewe biřon çunke deştî koyê cerdey heye, newekû řûttan bikenewe. ême gwêman nedanê, be kelkesmaqa serkewtîn çûyne ewdîw. be řêgay deşta řoyştîn, her sêkman be naşarezayî kewtîne deştî koyê, berew koyê řoyştîn leser tertîbat û nawnîşanê ke xełq pêmanyan gutbû.

germaye, deştêkî pan û dûrudrêj. nizîk bûynewe le nîweřo. xałim witî: ha ha temaşa, ḧemey xuşkezam, wa sê tifengiçî le şaxekewe boman hatne xwarewe, birîskey tifengekanyan dyare. ke temaşam kird beçawim kirdin, labelayî ehatne pêşewe ke berew pîrîman biden. hey pêman lêkird. feqê meḧmûd pekî kewt. yekêkman buxçekeman lê wergirt, yekêkman lêfeke. kiłaşekeman pê daken, damane pêş xoman. be gurgeloqe û řewt ême eřoyştîn. cerdekan tawyan eda û tînyan edaye xoyan bimangenê, ta nîweřo lay da. dû se’at zyatir ême legeł cerde muqabele û berberekanêman bû. ewan gurc biřoyştinayê, êmeyş gurc eřoyştîn. ewan sûk biřoyştinayê êmeş leserxo eřoyştîn wekû gałte pê kirdin. axrî geyştîne girdołkeyekî biçkole û dêyek derkewt. dizekan zanîyan nemangirtin û le dê nizîk bûynewe, wazyan hêna, danîştin. êmeyş leser girdeke beranberyan danîştîn ta mandûman ḧesayewe. cerdekan be henasesardî be kêwekeda hełgeranewe. êmeyş çûyne dêke.

wa bizanim nawî dêke hewawan bû, le kepra bûn şeqe cogeyek benaw keprekanda dehat. lepeřewe řûman kirde keprêk. min lepêşewe bûm, řûm kirde dergay kepreke. jinêk hêlkewřonî bo pyawêk dirûst kirdibû xerîk bû boy danêt. nazanim pyaweke mîwan bû ya çî bû? jineke berewpîrman hat. witî qurbantan bim, lewdîw danîşin. libadêkî leber sêberî kepreke bo daxsitîn, danîştîn. daway nanman kird. hîlak bûyn le birsa. jineke nîwe sebeteyek nane řeqey bo hênayn, hîy co bû. řeq bûbowe. be’zêkî keřûy pêwebû. witim: feqê meḧmûd be sebetekewe bîbe bîxere ber cogeke. feqê meḧmûd nanekey cwan şiştewe. xûsayewe be dokewe xwardiman. emma çi xwardinêk? wexte biłêm êsteyş lezzet û xoşîy ew nan û doye lebin ‌didanma mawe. yaxwa hezar mireba û řonekere û goşt û mirîşk û piławî musteşfay ’ebdul’îlahî be qurban bêt ke êste le twêse be destyanewe mubtelam û beqêz û bêz destyan bo ebem û bom naxurên. we eme sê û çwar řoje be toze toze naneřeqey tîrîy suleymanîye řa’ebwêrim ke ferîdey kiçim le suleymanîyewe boy nardûm û kirdûme be kûlekey řoḧim û şardûmetewe, her jemê tozêkî lê exom newek mecbûr bim be semûn û çêştekey musteşfa. êste ke paş nîweřoy řojê sêşemmey dûy mangî řecebî hezar û sêsed û ḧefta û pênce, řefêqekanim nan exon, wek pałewan bad eden, eypêçnewe, ełê gułêne le demî kendû de’axnin. minîş em kelîmane enûsim.

xolasey kelam nan û dokeman zor be arezû û îştîhawe xward, enca destinwêjman şişt, nwêjman kird, lêy nûstîn ta paş ’esir. xeberman buwewe, şarî koyê dyar bû, mał’awayîman xwast. degeřayn bo çemekey emdîw koyê, demuçaw û dest û pil û qaç û qulman pak pak kirdewe. nwêjî ’esirman kird. pya hełgeřayn bo şar, nîwse’atêkî mabû ke geyştine qerax şar. su’alman kird: bira ême naşarezayn, lem nizîkewe mizgewtêkman pê biłên. wityan: lem korane biřon eçne mizgeftî kone cum’e. be pirsyar mizgewtî kone cum’eman dîyewe, çûyne ser sekoy cema’et ke hawînan nwêjî lê eken, koł û buxçeman dana. ehlî cema’et le berewe ehatin bo cema’etî meẍrîb. ew wexte şarî koyê le dûrewe meşhûr bû be «daral’ilim»Erebî.

ta nizîkî meẍrîb qełebałẍêkî zor leser sekoke girdibuwewe, îmamêk peyda bû be darşeq hat, yek qaç bû. le mîḧrabeke danîşt. le diłî xoma witim: bira em îmame be danîştanewe îmametî eka ya be pêwe? le paşa witim be feqê meḧmûd: le paş cema’et û wîrd ke şeş ḧewt kesêk mayewe yekêktan biłên: ehlî cema’et ême ẍerîb û naşarezayn, êste geyştûynete cê, le małî xotan nan û çêştiman bo binêrin. wityan: řûman nayêt. lepaşa feqê meḧmûd qerarî da pêyan biłêt. witim: keyfî xotane, min bakim nîye. bang dira, qamet kira, melay yek pê řast buwewe, leser yek qaç îmametî kird. xełqî biławeyan kird. mayewe sê kes le ehlî cema’et. yekêkîş ’eba be şan le qeraxewe sunnetî ekird. feqê meḧmûd û xałim temaşay yektiryan ekird. destyan be pêkenîn kird. le sê keseke yekêkyan su’alî kird. qiseke aşkira bû, her sê pyaweke wityan: wey beser çaw. řoyştinewe bo małî xoyan. pyaw ’eba be şaneke şikił û qyafey wa dyarbû ke ẍerîb û musafîr bêt. le nwêjekeda gwêy lem keyn û beyne bû, selamî dayewe, be gurcî řoyşit. timez ew pyawe mîwanî cemîl aẍa ebêt û eçêtewe bo dîwexan, em qisane egêřêtewe bo cemîl aẍa. êmeyş le małî sê pyawekewe sê kase çêşt û ḧefde nanman bo hat.

destiman nekirdibû be xwardin pyawêk hat witî: êwen feqê ẍerîbekan? witman: bełê. witî: fermûn bo dîwexan, aẍa dawatan ekat. witman: aẍa kêye? witî: cemîl aẍa. witman: eger bo nan xwardine, temaşake ew hemû nan û çêşte. ’erzî bike xwa dewamî bidat. ferqî nîye. îcab be hatin nakat. xizmetkareke witî: kuře çon ebê? aẍa gutî heta neyanhênî neyeytewe. be xuday nabê, naçar sê zerfe çêştekeman da be micêwreke û nanekeman hełgirt neweke sibey birsîman bêt. çûyn bo dîwexanî aẍa, serkewtîn, meclîsêkî muhîm û pyawaney bû, le dûrewe leberman hełsa: fermûn, fermûn, berewjûr. pyawe ’eba be şaneke le meclîsa bû, zanîman ew xeberî dawe. aẍa zorî ḧurmet girtinî û başî bexêr hênayn. sînîye piław hat, şere tifengit lepenada bikirdayê, enwa’î xorişt leser. lepaş nan xwardin û des şiştin destî kird be pirsyar legełman: le kwêwe dên? xełqî kwên û çî exwênin? minîş cwabim edayewe. witî: wadyare to mamostay ew dwaneyt. witim: heta êre bełê. lemewdiwa nazanim çon ebêt. eger xwa bikat dabmerzêyn û cêgaman des kewêt, her yekî le mizgewtêkîş bêt, memnûnîn. eger min le mizgewtî gewre dabmerzamayêt ewanîşim le mizgewtekanî tir da’emerzan. aẍa xwa lêy xoşbibêt, fermûy: eger řayannegirtît were bo lay xom xeberim biderê û ewa pêtan ełêm heta cêgatan des ekewêt êre qonaẍtane. sibeynê, nîweřo, êware wernewe êre, le mizgewtan bend mebin, qerzarim bin, êre małî xotane. zor be’îlḧaḧ eyut neken şerim biken. le meclîseke, teḧqîqim kird ke birincî muste’îdî mela miḧemmedî koyê kêye. hîy şarezay têda bû, wityan: mela sabîrî nazenînîye. ḧîkayet û qisey ew şewe le meclîsî aẍada ḧesir bû leser ême. zor diłî xoş kirdîn. ẍem û xefet û êşî řêga le bedenman barî kird. direngêk hełsayn. fermûy çî eken, lêre nanun? witman: leber buxçe û esbabman biçînewe ser sekoy mizgewt baştire. dîsan tekirarî kirdewe, witî başe, emma kuře sibey hetaw kewtinê bênew bo dîwexan, axir nenêrim be dwatana. řast buwewe serpê. çûynewe mizgewt, leser sekoke lêy řakşayn ta sibeynê nwêjyan. danîştibûyn, hetaw kewtin her ewendeman zanî xizmetkarekey aẍa hat. witî: fermûn aẍa çawenwařî êweye. çûynewe bo xizmetî. ax daxî becergim, pyawî dinyayî ew zemane ke teqrîben çil û no sał lemewpêş buwe, exlaq û feza’îl û huneryan em new’e kirdewane bû. benaşukirî nałêm êste kirdewe û huneryan çawlêkerî ẍerbî û efrencîyekane û le hunerî ew merdaney pêşû serbiřaw û aweřût kirawin, xwa xiraptir nedat.