muzakerey merîwanî û hewramî
le dêy balkCih bo xusûsî te’mînî cêga û řêgay em muhacîrane, meclîsêkî ’alîy «fuq al’adة»Erebî gîra. «zahra»Erebî qîsmê le merîwanî ledła meylyan be qubûł nekirdin bû. qîsmêkî legeł hewramî terefdar ḧîmaye bûn. «xwah naxwah»Farsî qerar dira nîsfêkî biçê bo dizłîCih. mabaqî le derzyan ke dêy zehîr û meḧmûd xan bû îskan bikirên. ḧeremî şêx ’a’îşe xan û amozay şêx ’ebdułła û biray şêx îbrahîm û kuřî biçûkî şêx letîf û ḧiseyn nazim û cemî’î qetarçî û xizmetkar swar bûn bo dizłî legeł meḧmûd xan kewtineřê. ḧeremêkî key şêx legeł şêx ře’uf û baba’elî kuřî û xałî ewkuřane «kaka ḧeme» û min û yek dû xidmetkar û xuşkêkî bêçawî şêx becê mayn. hemûman luxt û muflîs, bêtaqim û tedarek, le nijmarCiha wek mar gingiłeman dabû. «waq’a»Farsî meḧmûd xanî dizłî legeł ewaney birdye lay xoy zor newaziş û însanîyetî nwand, emma bemuqabîlî ew legeł ême (....). mumkîne leteref muhacîrekanewe teḧrîk kirabû legeł ême wabê. we’îlla xo eytiwanî be zuban bîwtaye ’aciz mebin. bo min ferqî nîye hemûtan mîwanî minin. hemû def’eyê dêmelatan, kaẍezê, xeberê bibê botan enêrim. emřo wa çak bînrawe êwe le merîwana bin.... hîçî newt, řoyî. êmeyş dem çerimgiman kakeḧeme bû, witî: nijmar çunke řebtêkî be hewramîyewe heye řezam nîye tya bend bin. dest becê barman kird bo derzîyan. ḧeqîqet bo kesê ke le barîkî û ze’îfîda bûbê be derzî, derzîyan zor munasbe, înca min û kake ḧeme bûyn be lazim û melzûm, întîzarî muqedderatman ekird ke çon ebê. her řojê xeberêkî diro dehat ke şêx le fiłan cêgaye, eme eka, ewe eka. jin û minał diłyan pê xoş ebû. legeł eweş ke qumandanî îngilîz bequwetêkî zorewe hate pênciwên î’lanî kirdike şêx «micruḧaً»Erebî esîre û řoznamey êran le sine û tebrêz î’lanî kirdibû, keçî ême bew qise řesmîyane baweřman nedekird. ḧemeḧseynî dirozin ke pyawî xoman bû û le qasîdî û casûsî meharetî bû, hercare be’umêdî bexşiş û nef’î xoy mijdey eda ke şêx le fiłan cêgaye, negîrawe. ḧetta def’eyek witî teşrîfî wa le sîweyldaye, bûbuwe meselî «be zeřey ker baweř deken, be qisey mela baweř naken».