ḧereket

Li pirtûka:
Yaddaştî Rojanî Derbederî
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 5 Xulek  636 Dîtin

le başmaxCih hestayn. swarey meḧmûd xanNava taybet pêşman kewt. le řêgay şaxewe ke bo ême meḧfûztir bû, kewtîne řê. be ber her dêyekda ke deřoştîn îstîqbal, ḧurmet, memnûnî, meḧebbetyan denwand ta geyştîne kanî sananCih. ew dêyeş nazîr beser golî merîwane. le binarî şaxaye. baẍ û aw û zewî le îdarey awedanî zyatre. qerîbî hefta xanewar debê, qonaẍî meḧmûd xan zor muntezem û be fennî mî’marî kirawe. dû qate. şanşînekey cêgay penca kes debê. xoy meḧmûd xan pyawêkî «mi’tidil alqamة»Erebî, esmer, mûřeş, wek ’adetî merîwan perçem û xułamanedar, le meclîsa zor bewîqar, zorzan, ’aqił, le eḧwałî dinya xeberdar. le tertîbatî dîwaxanî der’ekewt saḧêb nan û xwan û mîrzaye, emma mukemmel řoznamey taran û sa’îrey bo dehat. ferec begNava taybety biray be îstîqbal nard, muhacîrit û muhacîrîn le dêy «nê»Cih leteref «’îmad»û begzadekanî ewê bemîwanî řagîryan kirdin. min bend nebûm, legeł ře’uf û babe’elî kuřanî şêx lepêşewe řûman kirde kanî sanan. meḧmûdxan kuřanî şêxî lebaweş kird, maçî kirdin. destîkird be giryan, beqeder çarekê girya beser kuřekana, minîş xeyałim kird xan pyawêkî gewreye, ełbet xeberî nemanî şêxî bo hatuwe boye wa mute’essîre, meger îzharî îxlasî şêx û perêşanîy mindałanî ke way çaw pêkewt, te’sîrî têkirdibû. lepaşa řesmî «xuş amd»Farsîy becê hêna. qeysî û sêw mîwey ew wexteyan bû, hênayan. semawer hate pêşewe. legeł minda giftugoy nedekird, ya her «tibî’ةً»Erebî bêdeng bû. emma lam wabû le muqtezay teb’î aẍa û gewrey êranîyane ke ebê ’ezemetfiroşî biken. çaman xwardewe. nîwse’atê mabû bo ẍurûb hemû řefîqanim geyştinecê. mecmû’î jin û minał û pyaw sedupenca kes debû. heşta ułaẍ: êstir û esp û maynîşman debû. em hemû xełqe muntezem ça dira. nanêkî cwan dirust kirabû. şew bo muzakerey cêgawřêgay em hemû xełqe meclîs gîra. ḧiseyn nazim, seyîd ’ebdułła, kakeḧeme, çend kesêkî ke, le xidmet xanda giftugoyan kird. netîce weha mesłeḧet bînra ke be keyxusrewxanîş me’lûmat binûsin, bełkû ewîş mu’awenetî em muhacîrane bika û le řeqabetî meḧmûd xan ’edawet nenwênê, çunke weqtekey bo ême wabû cûcełeyek ’edawetî bikirdaye zor bû. muxteser kaẍezêkyan nûsî: cenabî keyxusrew xan! ’a’îley şêx meḧmûd ke hatuwete merîwan muteweccîhî terefî hewraman û dêhatî ḧudûde, lazim bû ’erz bikirê. cwab: lebeynî ’eşîreta birûdet û ’aczî heyey. tifengiçîy ême ke le sengerdan, newekû le řûy cehlewe tifengitan pêwe binên. ḧez nakem lem řêgayewe bên. walsilamErebî.

em cwabe wek hewre tirîşqe texrîbatî le zîhnî hemûmana peyda kird. betemay îmdidî ew bûyn. ewîş ewe bû. ḧiseyn nazim wayzanî ke wekû pêşû ke mudîrî pênciwênCih bû ew begzadane aşnayî û dostîyan ekird, îstaş waye. witî řawestin, biçim çî pêbkem. ew hesta řoy. êmeş destiman kird be barkirdin. întîzarî cwabman ekird. meqsedîş her ewe bû řêgay «wilejêr»Cih bo «derzyan»Cih nezdîktir bû le řêgay «qeła», we’îlla be’umêdî hîçî keyxusrewxan nemabûyn. her ewende metłeb bû řêgay řoyniman bida. ’ecayb eweye le merîwana meşhûre keyxusrewxan nwêj eka. zor musułmanew, meḧmûdxan bebê dîn danrawe. minîş witim:

gir mislimanî himîn ast ke «ḧafiz» dardFarsî
ئاە agir az pî amruz bud firdayîFarsî

hemû çawman leřêge biřîbû ḧiseyn nazim çî deka. lepiř swarê beẍar hat. her ledûrewe îşarey kird ke biřon boser řêy qeła. bedłî şiksite leşîddetî germada kewtîneřê. bo nîweřo geyştîne «balk»Cih. «zehîr» nawî keyxusrew bege legeł eḧmed begî birazay řesmî mîwandarîyan becwanî becê hêna. çay êwarê xurayewe. bo «nijmar»Cih ke dêy meḧmûdxanî hewramî bû, ḧereketman kird. se’atê le balkewe dûre. zû geyştîne ewê. meḧmûd xan xeberî zanîbû, le «dizłî»Cihyewe be’îstîqbal ḧereketî kirdibû. nijmar leser merîwane, emma dêy meḧmûd xane. ême mwaseletman kirde nijmar. cenabî xanîş legeł kuřî û biray û çend swarê řasîmey îstîqbal «xuş amdFarsî»y becêhêna, bû bemîwanî ême.