qadrî se’îd efendî

Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  518 Dîtin

qadrî se’îd efendî le ehlî suleymanî meşhûre be qaley ayşexanêNava taybet. le zemanî turka zabit bû. teḧsîl û tecrebey cwanî hebû. lepaş îḧtîlalî îngilîz, ledway şeřî gewre hatewe suleymanî. çunke muqtedîr û îşzan bû, ḧukûmetî meḧellî be muhendîs te’îynî kird bo sercade û şeqamekan. ehalîş leber giranî û perêşanî, zor kes dûkanî daxsitibû, kasbîy pê nekira, lat û feqîr kewtibûn, destimayeyan nebû, we zorîş le esaretî řûs ya îngilîz ehatnewe, bê îş û kar esûřanewe. ke qadir efendî çuwe ser îşî řêga çak kirdin, le hemûlawe xełq řûyan têkird bekirêkar qubûłyan bika. ewîş merdane hate meydan, sed kirêkarî pêwîst bwaye dûsed kesî qeyd ekird. zorî wabû eyzanî leber îḧtyacî çuwe bo îşkirdin û naştiwanê îş bika, ew new’aney lay xoy qeyd ekird. řojbeřoj řojaney daxłî defter ekird û le xêwetî xusûsîy xoyda nan û çêştî edanê. destîkird be xidmetê ke awazey le hemûlayekewe biław buwewe. xoy beser ’emelewe egeřa. çaweşekanî nesîḧet ekird ke tezîyqî kirêkaran neken bo firman, bam be’arezûy xoyan biçûłênewe. bem new’e dewamî kird. zor kes bûjayewe, hêzyan peyda kird. le axirda neqłî lîway mûsił bû. le suleymanîyewe dîsan zor kes penayan bo ebird, eçûn bolay ew. ewîş beferaset eyzanî, eger ew kese sin’etkar bûbê mîqdarê parey eydayê, eynardewe bo ser îş û sin’etî xoy. eger bê’îş û kar û natewan bwaye řojaney bo me’lûm ekird û karîşî pê nedekird, le metbexî xoy îdarey eda. xolase ew xidmetey qadir efendî derbarey feqîran û muḧtacanî kird meger her xuda cezay bidatewe. «waٲsifa»Erebî lew ’umrî cwanîyeda bo bedbextî kurdanî hejar wefatî kird. mirdinî ew daẍî na bedłî hemû pêgeyştiwanî suleymanîda. ẍezetekanî kurdî şînî em newciwaney enûsî. şa’îran le hemûlawe eş’arî mersîyey ewyan biław ekirdewe. xwa çakey neşarêtewe.