muḧemmed aẍay koye

Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 4 Xulek  880 Dîtin

ḧeme aẍa kuřî meḧmûd aẍa le eşraf û mu’teberanî şarî koyeCih buwe, awazey merdî û sexay ew weha biław buwetewe geyştuwete derecey tewatur. leber ewe minîş î’tîmadim bem tewature hebû daxłî «gencîne»m kird. min xoşim le medḧya ełêm:

ḧeme aẍay koye merdê bû hunerwer
tebî’et berzu xawen fikirî enwer
lebo mîwan û muḧtacînî nawşar
dîwaxanî muheyya bû beyekcar

merdê bû ře’yet perwer, mîhman newaz, dostî ehlî feził û ’îlim. egêřnewe řojî herçend mîwan řûy bikirdaye qonaẍî, kes pirsyarî le mîwan nedekird ke lekwêwe hatûy, ya boçî hatûy ya bokwê eçît? herçend dabnîştaye êware û beyanî xidmetî ekira. zor le feqîran beřoj le bazař kasbîyan kirduwe, şew bo nûstin û xwardin eçûne ewê. dîwaxanekey itêlêkî bê ucret, loqenteyekî bê pare bû. bîstûme swarêkî ’eşayr lewê mîwan ebê espekey etopê. ewîş hîç deng naka, weku řojan êware û beyanî le ’emar alîkî espekey wer’egrê eyba eyfiroşê. ewende emênêtewe ke be parey alîk espêk ekřêtewe.

ḧeme’aẍa wekû semaḧetî meşhûr, ẍîret û şeca’etîşî barawber sexawetekey bû. le zemanî ’usmanîda ke herkes destî biřoyyaye beser kesêkda tałanî ekird, ẍedrî lê ekird, ḧukumet pirsyarî nedekird, ’eşîretî şêx bizeynîNava taybet tema’yan kirdibuwe dêhatî koye, be deste deste le aw epeřînewe, eçûne ser ew dêhate feqîrane tałanyan ekirdin, cerîmeyan ekirdin, małyan bedestewe nedehêştin, ḧetta tecawzatyan heta nawşarî koye hatbû. ḧeme’aẍa em eḧwałey pê hezim nekira, destî kird be şeř kirdin legeł ’eşîretî şêx bizeynî. ehalîyş hemû çunke meẍdûr bûn ’elawey leşkirî ḧeme’aẍa bûn. lepaş çend musademeyek û kuştar le herdûla şêx bizeynî lûtyan hatewe ber xoyan, îtir neyan’etwanî le aw bipeřnewe bên bo ḧudûdî koye û ḧeme aẍaş birazay xoy le ḧudûda bo muḧafeze dana ke şêx bizeynî le aw nepeřnewe.

leser mes’eleyek ḧukûmet le beẍda tewqîfî kird, çend sał le ḧebsa mayewe, herwek dîwaxanî koye le ḧebsixaneş dîwaxanî lê řakêşa. jandirmey nobetçî û mudîrî ḧebsixane û zor le ḧebsî musteḧeq leser nan û xwanî ew ejyan. çend eşya bo dîwaxan pêwîst bê wek menceł, sînî, teşt, dewrî, legen, cam, kewiçk, hemû be zyadewe bo metbexî ḧebsixane amade kirabû. ke le ḧebis necatî bû ew hemû eşyaw ḧacet û lewzaymatî metbexey terk kird bo metbexçî û mudîrî ḧebsixane. her ew zemaneş qîmetî hezar qiran zyatir bû.

her cûtyarê ya ře’yetê ke biçwaye lay bo gayî cût yarîdey eda, gacûtî pê ebexşî. zor şwankarey buwe pirsyarî lê nekirdûn be řon û xurî û kawřewe hemûyan xwarduwe. emma eger be ẍedir be naḧeq gacûtêkyan bibirdaye sed qat întîqamî esend. weku be mał, be neqid, be ḧeywan în’amî buwe, be mułkîş bexşindeyîy kirduwe. dêy melahomer le naḧyey merge ke bexşîwye be şîlaneyî, êstaş bedestyaneweye xoyan teseřřufî eken.

emaney min nûsîwmin benezer pyawetîy ew qetre be deryaye. min çunke şarezay hemû kirdarî nebûm û kesî waşim des nekewt şitêk le ewsafî ewm bo binûsê, bem mîqdare qena’etim kird. wekû bîstûme cêgay xałî nîye. kuřî ew muḧemmedzîyaNava taybet şwên asarî bawkî kewtuwe, bo merdayetî se’îy eka. xwa tewfîqî bida.