emîn zekî beg

Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 3 Xulek  1495 Dîtin

le pêgeyştiwanî suleymanî merdî zor beqîmet û gewherî deryay însanîyet û ’aşiqî ’îlim û me’rîfet emîn zekî bege. xidmetî em zate bo mîlletî kurd be mîlyonê lîre teqdîr bikirêt hêşta keme. kurdê ke le goşey feramoşîya mabwewe ecnebî le ḧałî em qewm bêxeber bûn, zekî beg be řencêkî de pazde sałî û têkuşînêkî bê’emsal pazde sał zyatir hewł û teqelay da ke kurd zîndû bikatewe, le her kitêbê basê, le her te’rîxê şitêkî basî kurd bûbê nûsîwyetewe, heta te’rîxêkî cwanî qewmî kurdî hênaye meydan benawî «kurd û kurdistan»Nava taybet be zubanî kurdî dayna û tercemeşî kird be ’erebî, becarê 15 milyon kurdî xiste berçawî dost û bêgane, we’îlla kes ḧałî kurdî bem řenge nedezanî.

xidmetî em zate her ew te’rîxe nîye ke nûsîwye. asarî zorî da’îr be ’eskerî we îqtîsadî mewcûde. le hemû umûrata mahîre. le kirdarî zahîre. mute’eddîd def’e le wezareta daxił kirawe, ewîş bo xidmetî wiłatekey ke suleymanî bexusûsî û bo ’êraq be’umûmî têkoşawe û her êqtîraḧêkî kirduwe meqbûł buwe. lîway suleymanî bewasîtey îḧtîlal û îxtîlalî nawxoy paşkewtûy hemû lîwakanî ’êraq bû, ke bû be wezîrî me’arîf bo zorkirdinî mekteb le lîway suleymanîya destî kird be se’î kirdin. bo kirdinewey mektebî mutewessîtey teşrîfî hênaye suleymanî, binaẍey mektebî damezrand, bedestî xoy çend berdêkî dana. le wezaretî eşẍał û wezaretî îqtîsada herçî pêwîst bwaye bo ’îmran û awayîy memleket emrî eda ke bikirêt. we le murace’atî erbabî îḧtyac ke biçûnaye xidmetî diłî kesî nedeşkand, îşekey, le her da’îreyek bwaye, bo řêk exist. zorcar bo telebeyek, legeł xoy swarî otombîlî kirduwe birdûyete da’îrey me’arîf pêyanî qeyd û qubûł ekird. le xusûsate kes wekû zekî beg tê nekoşawe, we bo xidmetî neqdîyş beqeder îqtîdarî xoy î’aney me’arîf û medarîs we sa’îrî kirdût.

exlaqî biłindî, berzîy hîmmetî, betewawî nanûsrêt. ’îlmî, fezłî, hunerî, dyanetî le kirdaryewe dyare. zor edîb û katib û şa’îrîşe. be zubanî turkî û, ’erebî û feransizî û îngilîzî û kurdî aşnaye... we da’îma wekû wezîr buwe be mendûbîş întîxab kirawe. le meclîsda ḧuqûqî kurdî agahdarî kirduwe. «mi’ alasif»Erebî leber nasaẍîy wicûdî êsta natwanê wezîfe bibînê. nexoşîy ew nexoşîy hemû kurdane, xwa wicûdî selamet ka.