meḧmûd paşay caf

Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 10 Xulek  1092 Dîtin

meḧmûd paşa zatêkî be’î’tîbar, beta’et, be’îbadet, be’îḧsan, be’în’am, be’edalet, beḧukim bû. ’adetî wabû ke nwêjî beyanî ekird leser bermał hełnedesta qur’an û delaylî exwênd heta hetaw germ ebû, ewsa sunnetî îşraqî ekird. lepaş wîrd û sunnet kirdin û qur’an xwêndin teşrîfî ehate meclîs. semawer ḧazir bû, mîwanî xusûsî lexdimetya ko ebûnewe. îş û karî ’eşayr eger bibwayê řêk exra.

em zate dû def’e leteref sułtan ’ebdulḧemîdewe teklîfî wezîrîy lê kira, qubûłî nekird. mangî penca lîrey leteref ḧukûmetewe hebû (ḧiq aliskut)Erebî. ew me’aşey bo texsîs kirabû ke îta’e be ḧukûmet bika, ba wicûd ’eqîdey kurd ewsa wabû kesê biçê begij ḧukûmeta û xelîfey îslama kafir bê. we’îlla meḧmûd paşa eytiwanî le hewramanewe heta mûsił dagîrî bika. legeł ew hemû nufûzey wek şexsêkî bê desełat tabî’î emrî ḧukûmet bû. sebebîşî dyanet bû.

le xusûsî îḧsanetewe min le sed pêncî nazanim. her ewey meşhûr bûbê nûsîwme. le qizirbateweCih heta merîwanCih, ew dêyaney qełemřewî caf bû, me’aş bo mela, weqif bo mizgewtekanyan leteref paşawe me’lûm kirabû. le nefsî suleymanîda hemû melaw mudeřřîs û zor le saḧêb xanedanî lêqewmaw mûçe û beratyan hebû. cige lem îḧsane da’îmîyey her şêx û melaw derwêş û feqîr ke řûy bikirdaye małî, bemeḧrûmî nedegeřayewe. hemû sałê çend kesê murace’etyan pê ekird bo çûne ḧec, parey ḧecî edanê, me’yûsî nedekirdin.

ḧîkayet xwanekey keyxusrewbegNava taybet boy gêřamewe: paşa nardî beşwênma çend şewê ḧîkayet bo ew bikem. çûme xidmetî, şew kitêbim bo exwêndewe. řojîş le dîwaxan legeł mîwan û xidmetkar řamebward. řojê seyrim kird melayekî mêzer beser hat. paşaş teşrîfî le dîwaxan bû lêy pirsî: mela teşrîfit lekwêwe dêt? ’erzî kird: paşa, le êranewe. basî kerem û îḧsanî êwem bîstuwe, be’umêdî ewe ke mu’awenet bifermûy minîş biçim bo ḧec. paşa fermûy bexêr bêyt başe, emma hêşta bo çûne ḧec muddetêkî mawe. melaş witî taze pêm nakirê biçmewe êran, be nîyetî zyaretî beytułłahCih diłim le mał û minałî xom hełkenduwe. em dîwaxane řojî sedkes nanî lê exwa, minîş le goşeyêkewe nanêkim dest ekewê heta ḧacîyan řêk ekewn. paşa fermûy arezûy xote danîşe, řefîqî řêga zor ebê. mela mayewe. lexwar dewar û dîwaxan şîw û kendełanê hebû çuwe ewê beqeder cêgay zelamê le kendełanekey dabřî, bermałî lê daxist, destî kird be qur’an xwêndin, şew û řoj ew cêgayey çoł nedekird, ya nwêjî ekird ya qur’anî exwênd. bo nan xwardinîş řûy nedekirde dîwaxan, xoy wa birdibuwe diłî ew ’alemewe ke eme qutbî zemane. mecbûr noker nanyan bo ebird. mela heta mewsîmî ḧec dewamî kird. řojê paşa bangî kird, witî mela eger teşrîfit eřwa, îsta le suleymanî ḧacîyan tedarek eken, toş pare wergire, xwaḧafîz, du’ay xêrman bo bike. mela witî bełê ḧazirim. paşa emrî kird bîst lîrey ’usmanîyan teslîm kird we bo suleymanî xistyane řêga. lepaş dû sê mang paşa teşrîfî çû bo beẍda, xidmetkarê hat ’erzî kird melay ḧacî wa le beẍdaye, kûtał ekřê. paşa witî lêy bigeřên keyfî xoyetî. muddetêkî pêçû ’êl řûy kirde kwêstan. małî paşaş le etrafî pênciwênCih řeşmałî hełdabû. řojê seyrim kird xidmetkar melayan hêna bolay paşa, ’erzyan kird dûkanî danewe, ewey le beẍda kiřîwye lêre eyfiroşêtewe. paşa lêy pirsî mela boç le ḧec paş kewtûy? gutî le řêga řût kiramewe, îradem bû xom bêmewe xidmetit ke bimnêrîyewe bo ḧîcaz. paşa fermûy xase, bêrewe. hîç qisey pê negut. weqtî çûne ḧec, hat. řwanîm mela hatewe xidmet. paşa fermûy danîşe heta îşt dirust ebê. mela ewşewe mayewe. paşa kaẍezêkî bo suleymanî bolay ḧacî eḧmedî mûsłî nûsî ke em zate heta mûsił mesrefî nan û kirê wiłaẍî biderê û bîst lîreşî bo ḧewałe bike û bo wekîlit binûse ewîş heta ḧełeb řewaney bika, parekey teslîm meken. wekîlî ḧełebîş bew řenge řewaney bika, heta swarî wapoř nebê ḧewałekey teslîm meken. paşa bem řenge melay nard bo ḧec.

řefîqêkim boy gêřamewe ke: bo tîcaret çûme sine. ke mał û eşyaman kiřî, řêgay merîwan na’emîn bû, le hewramanewe hatînewe hełebce. małî paşa leser awî zełim bû, xeberî bîst ke ême le êran hatûyne û, dû swarî narde serman ke biçîne małî paşa. ke çûyn bexêr hatnî kirdîn, îltîfatî zorî nwand, fermûy ẍa’îletan nebê herçîtan lê bistênîn qazanictan edeynê, êwe kasbin şwên nefi’ kewtûn, bartan bikenewe bizanim ewî bekarî ême bê bîstênîn. êmeş barman kirdewe, hemû eşyaman le berçawî řanwand. mîqdarî çend topêk xamek û çît we mişkî û sirkeyî cya kirayewe, fermûy emane beşî êmeye, nirxî çende? řastekey nirxî xiřîdî pêncised qiran ebû, ’erziman kird bayî hezar qirane. fermûy xase. ḧeqeketan pê edeyn. îtir barî xotan bibestinewe.

herwa meclîs gîrabû, seyrim kird seydêkî şałî sewz beserewe, swarî gwêdrêjê buwe hat. kerekey bestewe. xoy hate pêşewe, destibosî legeł paşa kird. paşa fermûy danîşe seyîd, teşrîfit le kwêwe hatuwe? seyîd beçoka hat, ’erzî kird le zenginewe hatûm. xeberatî ew nawey lê pirsî, seyîd cwabî edayewe. lepaş nîwsa’et řwanîm lotîyek zuřnay bepşitewe; hat, selamî kird, lelay xwarû danîşt. mandû nebûnî ewîşman kird, weqtê; qawełtî hat, nanyan dana, herkes be derecey xoy sînî bo danra. lepaş nan xwardin dest û dem şorra. paşa emîndarî xoy bang kird gutî biço penca qiran bo seyîd we sed qiran bo lotî bêne. seyîd tûře bû, witî paşa bexwa namewê. be min ke seyîdim, ewladî pêẍemmer, penca qiran edey, sed qiran be lotîyeke! paşa fermûy ew lotîye zemman eka, zor cêga eçê, le herlayek qiseyek bika abřûman deba. seyîd ḧîddetî zyad kird, gutî wełłah namewê. emca paşa kewte qisey xoş, gutî seyîd teşrîfit heta pişt dewareke biřwa. kebangim kirdî bêrewe. seyîd çuwe derê. paşa řûy kirde ehlî meclîseke gutî êwe beşahîd bin pencey destim yekêkyan penca, duwemyan sed, sêyem sedupenca, çwarem dûsed, pêncem dûsedupenca qiran bê. le berçawî meclîs me’lûmî kird, bangî kird seyîd bêrewe. seyîd hat. paşa gut lem pênc penceyem yekêkyan bigre, xot û bextit, herçendê bê lewe zyatirit pê nadem, seyîd destî bird penecyêkî girt. be emrî xwa pencey penca qiranî bû. paşa fermûy meclîs ḧeqî seyîd çende? hemû şahîdîman da ke penca qirane. seyîd tûře bû, řazî nebû. paşa gutî dûbarey ekemewe, biçorewe derê. paşa pencekanî gořî û her yeke nawî mîqdarêkî lê na we êmey kirdewe be şahîd, seyîdî bang kirdewe, be emrî xwa emcareş pencey penca qiranîy girt. gutî seyîd xetay min nîye, xwa ewendey dawîtê, pêy řazî be. seyîd naçar penca qiranî wergirt.

le axirda řûy kirde ême, gutî her lêrewe heta suleymanî xêłî cafe. em ’eşîreteş le hemû řengêkî têdaye. êwe be pare û kûtałewe benawyana biřon, îḧtîmale zerertan pê bigeyênin, ebê ême botan bikewîne ezyet. defterêkim girtuwe le suleymanî eşyaman bo bistênin. êwe ehlî şarin, le pyawî ême çaktir sewda eken. dû swartan legeł enêrim hem agehdarîy êwe biken, hem le suleymanî eşyakanyan bo bikiřn. êmeş ememan zor pê xoş bû. emrî kird dû swar hatin parey kûtałekemanî daye destyan ke leşar teslîmman biken. êmey xiste řê. ke geyştîne suleymanî swarekanman lemałî xoman mîwan kird. parey kûtałyan teslîm kirdîn. řoj buwewe. çûyne bazař. mwafîqî defter eşyaman bo kiřîn, teslîmî swarekanman kird.

îḧsan û xêratî meḧmûd paşa zore. le germyan, le kelar, le deke, le qeredaẍa le tekye, le nefsî qeredaẍ, le zor cêgay tir, mizgewt û ewqafî heye. medreseyêkî le qizrabata kirduwe wek medresey nîzamîyey nîzamulmulk ebê, hemû mangê çil lîre zyatir bo me’aşî mudeřřîs û telebe û mu’ezzîn û xadîm le weqfê ke boy daynawe, serf ekirê. heta xoy leḧeyata bû muntezem em me’aşane edra. lepaş wefatî, keyxusrewbeg lêy zyad kird. leser qebrî paşa dûkesî be’ucret girt ke qur’an bixiwênin. lepaş keyxusrew beg û ’ebdûłłabegî kuřî be zyadewe manganey mela û micewr û telebeyan eda. be îşêk řêm kewte qizrabad, hatuçoy lay ’ebdułła begim ekird, dîqqetim kird tebî’etî merdane, zor çawî le pyawetî û îḧsane. da’îma gulustanî şêx se’dîNava taybet bedestewe bû temaşay ekird. hatuçoy kesî nedekird. lepaş ew ewqafeke kewte jêr çingî ḧesen begî ḧeme’elîy begî kuřî paşa. wekû bîstûme emîş laḧîqe, ye’nî řêgay pêşînanî girtuwe.

çakî û merdîy meḧmûd paşa ewey min bîstûme nûsîme, we’îlla sedçendane zyatre. carêk eçête berzince, ebînê awî mizgewtekeyan keme. dest becê hezar qiran teslîmî şêxekan eka ke karêzken bixene ser bîrî karêzekey, pakî bikenewe, fermûşî eger em mîqdare beşî nekird cwab binêrin çendî lazim bû paretan bo enêrim.

mela ’ebdulřeḧmanî pênciwênî ke le ’îlmî ’eqłîye û neqłîyeda hawtay nebû û le pênciwênCih tedrîsî ekird, îdarey xoy û telebey leteref begzadey cafewe te’mîn kirabû.

hemû sałê leteref ḧukûmetewe, mîqdarê ’esker legeł zabtêkî gewre û me’mûr û katib û qołçî eẍnam enêrrane lay paşa. ewanîş le dîwaxanda lêy da’enîştin. be emrî paşa begzade biław ekirayewe benaw ’êla, řesmî eẍnam esênra, eyanhênayewe bo paşa. ewîş řesmî ḧukûmetî, ke me’lûm bû, cwê ekirdewe, we bo me’mûrekan û zabtî ’eskerekan beşî edanê. baqîy le begzade û ’eskerî teqsîm ekird. hemûy bemesrûrî enardinewe şarî suleymanîCih û beşî muteseřřîf, walî mûsił û muşîrî beẍda çawyan le în’amî meḧmûd paşa bû.

zatê bû zor ’aqił û danaw betedbîr. şêx řezaNava taybety meşhûr zorî mediḧ kirduwe. eme şî’rê le qesîdey ewe:

be miḧmudî mira rwî nyaz astFarsî
ke sid miḧmud dir pîşiş ayaz astFarsî

le dinya bexoşî û merdî řaybiward. înşa’ełła qyametîşî wa ebê.