qewmî kurd

Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 10 Xulek  1609 Dîtin

kurd qewmêke le te’rîxa nawyan neşarawetewe. şeca’et û merdayetî, cûd û miruwetî le te’rîxî bêgane û xomane nûsrawe. min ḧeqî ew tefsîlatem nîye ke ḧukûmet û serdar û ḧał û eḧwałî konyan binûsim. min kesêk enûsim ke be kirdewey cwan û exlaqî gewre me’lûm bê û xidmetî bêřyay bedîn û mîllet kirdibê. «gencîney merdan» taybetî her bo ew pyawaneye ke be sîfat layq û, be xidmet kirdin be benî beşer qusûrî nebûbê, we’îlla mîlletî kurd, nełêm min xom kurdim, bêterefane eynûsim, her kwêxa dêyek le kurdistanda ḧatemêkî ta’îye û, her serkomarê le ’eşayr yeḧyay bermekîye. seyyaḧan etwanin çend sał le kurdistanda gerdiş biken filsêk bo nan û aw serf neken çunke her dêyek ke mizgewtî tyabê ’îbadetxane û mîhmanxaneye, ẍerîb ke řûy kirde ew mizgewte êware lepaş cema’et ya kesê eybatewe bo małî xoy, ya xadîmî mizgewt lemałê xorak û pêxefî bo dehênê, îḧtyac be kiřînî nan û pêxor naka, pêçewaney wiłatî ferengistane, le şaranî fereng ke ewrûpay pê ełên, paret le baxeła nebê le birsa emrî û kesîş swałker naxwênêtewe.

***

le mîlletî kurd ’eşîretî benawbang le wiłatî êmeda ’eşîretî cafe. mîqdarî pazdehezar xane ebin û nawyan le qedîmewe bo her tîreyekyan danrawe wek «řeş û borî, mikayełî, řoẍzadî, terxanî, harûnî, şatrî, gełałî, sadanî» û ẍeyrî emane ke zor wirde ’eşîretyan lenawdaye. ře’îs û serdarî em ’eşîrete gewreye emîrul’umera meḧmûd paşaNava taybety kuřî muḧemmed paşaNava taybet bû. ewîş îdareyekî wa cwanî ekird em lafawî weḧşete neyan’etwanî be’aşkira pûşî bifřênin. eger ẍedrê û zułmêkyan le ehlî dêhatî bikirdaye û xeber be paşa bigeyştaye dest becê swarî enard bo labirdinî meẍdûrîyetî ew kese.

meḧmûd paşa le etrafî beẍdawe heta ḧudûdî şarî sine ḧukmî řewa bû. me’mûranî řom û ’ecem îşêkyan bwaye ke bexoyan pêk nehataye murace’etyan be paşa ekird. bê meḧkeme, bê polîs, bê ’esker, le xaneqînewe heta merîwan û seqiz û bane îş û karî em ’eşîrete gewreye dirûst ebû, xoy tertîbatî kirdibû. keyxûsrew begNava taybety kuřî ře’îsî hemû ’êl bû û her tayfeyek îş û karyanî dabuwe dest kuřêkî we xoy be’îstîraḧet û ’îbadet û řaw û şikar meşẍûł bû.

nextê le nan û xwanyan binûsim:

cenabî şêx meḧmûdNava taybet ke teşrîfî bo te’zyey ’usman paşay biray meḧmûdpaşa ke kuřî mirdibû eçû bo hełebce, minîş lexdimetya bûm. nizîk sî swar xidmetkar û ẍeyre lexdimetya bûn. le «bêstan sûr» têpeřman kird. ew deştî şarezûre malamal bû le řeşmał, le dewar. ẍeyrî şeqameke řêga nebû kes pya biřwa. çiřebendanê bû wek ordûgay eskender. řewey esp û mayn, řanî bizin û meř û gagel, hatuçoy swarey kurdan û pyade řuwew mał, qyametê bû çawman pê kewt. řojîş se’atêkî mabû bo meẍrîb. êmeyş kewtîne giftugo: aya řûbkeyne kwê? qerarman da mîwanî caf bîn neçîn bo dêhat. le yekêkman pirsî em heware çi tîreyekî lê ebezê? gutyan êre hewarî řoẍzadîye. pirsîman gewreyan kêye? gutyan sałḧî kakexan. xeberî małman pirsî, be’îşaret dewarêkî gewreyan nîşan dayn. êmeyş em kwêxaye nanasîn, naçar dû swarman lepêşewe nard ke xeber bida ke şêx meḧmûd îmşew lêre mîwane. swar řoyştin. êmeyş dwabedway ewan ciłewî wiłaẍman wergêřa, řûman kirde dewarî kwêxa.

ke nizîk dîwaxan bûynewe, bîst sî zelam bepîrmanewe hatin, wiłaẍyan lê girtîn. dabezîn, řûman kirde dîwaxan. doşek řaxrabû, semawer ḧazir, çay dem kirabû, be’îstîraḧet danîştîn. dîqqetim kird le cafekan yekêkyan danenîştuwe, hemû destewnezer lexdimet şêxa řawestawin û nazanîn kamyan saḧêb dîwaxane. ’erzî şêxim kird emir bika kwêxa sałḧ xoy dabnîşê, neman enasî kwêxa kameye. lexomewe bangim kird kwêxa sałḧ! yekê cwabî dayewe. pêm gut şêx emir eka teşrîfit danîşê. şêxîş ke nasî, ḧukmî lê kird, bezor kwêxaman danîşand. baqîy cafekan ałabûne îş û xidmet kirdin, yekê çay dadena, yekê ciẍerey dehêna, becarî hemû le ḧereketa bûn. nwêjî meẍrîb kira, le çaxwardin bûynewe, sifre hate pêşewe, xwardemenî řîz kira. lepaş xwardin dûbare semawer kewte kar. heta se’at sêy şew her qisey xoş û meḧebbet û çaxwardinewe bû. ew şewe lelay ew qewme necîbe wekû şewî cejin û řojî şadî û fereḧ bû. bo îstîraḧetî ême cêgay nûstin û řakşanyan řêkxist.

beyanî ke nwêjman kird, berçayî: mast, kere, penîr, goştî birjaw legeł nan sacîy cwan hate berdestiman. dûbare be çaxwardinewew qisey xoş xoş meşẍûł bûyn, nizîk dû se’at lenawyana maynewe. şêx emrî fermû wiłaẍ bênin. becarê hemû wiłaẍ bezîn û liẍawewe boman řagîra. swar bûyn, du’axwazîman kird. bo řewane kirdinman bepyadeyî sed zelam zyatir le ciłewî wiłaẍî şêxewe pêş kewtin. lepaş nîw se’at řêga bezor geřanewe.

ke maynewe xoman, benaw xêł û ’eşîretda eřoyştîn, nizîk dewarêkî gewre bûynewe, gutyan małî keyxusrew begî kuřî paşaye. waman bemunasb zanî labdeyne małî keyxusrew beg. ke řûman kirde dewarekey, xidmetkar hatin bepîrmanewe wiłaẍyan lê girtîn, betertîb û temîzî dîwaxanî şahane bû, beg dest bosîy legeł şêx kird. semawer û ça amade bû, be xidmetkirdin û qisey xoş û ça xwardinewe dû sê se’at meşẍûł kirayn. beg fermûy nabê teşrîftan biřwa, nehar lêre biken. małî paşa nizîke, paş nîweřo teşrîftan mîwanî paşa bin. îta’ey qisey kira. ew qawełtîye lexdimet keyxusrew beg bemeḧebbet û yekêtî řamanbiward. weqtî nîweřo dûbare ça xurayewe, wiłaẍ ḧazir kira, řuwew małî paşa swar bûyn.

ke nizîk bûynewe řwanîm barega û destiga û hordûgayek derkewt nimûney baregay cemşîdî, xêwetî paşa becwê, dewarêkî gewre le tenîştîyewe bo mîwan, beřîze dewarî beg zadekan û xidmetkaran. leser ew çîmen û sewze gyaye kursî û eskemil řîz kirabûn, wek qesrî beheşt ařayş û řazabûnewe. ême geyştîne pêşewe. xidmetkar hatin wiłaẍyan lê girtîn. şêx teşrîfî çuwe xêwetî paşa, êmeyş çûyne dîwaxan. çay ḧazir bû. be çaxwardinewe zemanê gîrayn. lepaşa ême çend kesê bo nwêj kirdin û tefeřřuc û seyran çûyne ser çemeke. ew deşte deştî xetaw xuten bû, ew mêrg û mêrẍuzare cennetî ’edin bû, heway pak û temîzîş deway řoḧ û beden. gutim ’umir ew ’umreye ke begzadey caf řay’ebwêrê. hezar fezłî paşa beser sułtanî řom û ’ecemda hebû, çunke em serbest, be’aram, be’asayş jyan řa’ebwêrî. ewşewe hemûman le dîwexanî paşa bûyn. ke řojbuwewe ’elî begî kuřî paşa cwabî narde xidmet şêx ke hełebce nizîke, ebê em qawełtîye mîwanî min bin, teşrîftan neřwa. řicay qubûł kira. minîş le ḧukûmetî paşaw hatuçoy ’eşayr le herlayekewe dîqqetim ekird, ew zate em hemû ḧeşerate řûy tê ekird, herkes bemeramî xoy îşî bo ekira we degeřanewe. eger mes’ele muhîm bwaye ḧewałey yekê le begzadey ekird ke dirustî bika û řîkî bixa. xoşî legeł şêx ẍenî nawê ke nedîm û qazî û katbî bû yarî dameyan ekird.

herwa be geřan û seyran řamanbiward ta weqtê çûne małî ḧeme’elî beg hat. ke çûyn, seyrim kird leser ew deştî zumuřředîne kursî û eskemil řêkxirabûn û ferş û doşek becya leser sewzegya. le dûlawe semawer zîřey ehat, we çend şexsê le begzade lexdimet ḧeme’elî begda danîştibûn, bepîr şêxewe hatin. sê xwan tertîb kirabû, yekem bo begzade û şêx, duwem bo qîsmî ême, sêyem bo swar û xidmetkaran. dest kira be te’am hênan û danan. carê wek małêkî zor gewre û dewłemend lemangî řemezana îftarîye boxoy dirust bika, wam çaw pêkewt. lew mewsîmî behareda leser xwan ke řîzkira, enwa’î murebba û kulîçe û şekirileme û paqlawaw fincan biřu qape fiřnî hate pêşê. lepaş emane piławî birincî sedrî legeł enwa’î çêştî le goşt dirust kiraw kenawî zoryanim nedezanî, amade kiraw, lew te’amaney bo ême hatbû ’eynî eweş bo swar û xidmetkar danrabû. bexoşî û meḧebbetêkî zyad ew qawełtîyeman lexdimet kuřî padşada kird.

paş nîweřo swar bûyn çûyne hełebce, lemałî mecîd begî kuřî ’usman paşa mîwan bûyn. asarî mîwan newazî lewêşda aşkira bû. şêx beřesmî fatîḧe xwanî legeł mela eḧmedî şînkî ke mudeřřîsî mizgewtî gewrey suleymanî bû we şêx lexdimet xoya hênabûy, çûne xidmet ’usman paşa.

dû sê şew le hełebce maynewe, leterefî tahîrbegNava taybety kuřî ’usman paşa de’wetêkman bo kira çeşnî de’wetekey ’elî beg. beřastî dîwaxan û nan û xwanî ’usman paşa xwanî yeẍma bû, nek be xusûsî, beda’îmî wabuwe. ẍeyrî sexawetî îḧsan û în’amîşî bêmîsil bû. bo te’mîrî mizgewtî gewre le suleymanî ke lezemanî babanekanewe kirabû û řûy le xirapî bû, becarê pêncised lîrey ’usmanî bonard ke serfî te’mîratî biken, we bo ’ulemay hełebce û etrafî îḧsanî dewamî ekirdu, tebî’etî ewende berz bû ke bihataye suleymanî mîwanî kes nedebû, xanûy xosûsî egirt. her wek hełebce, ehlî suleymanî û me’mûran eçûne dîwaxanekey. bo sexawetî ’usman paşa herçend binûsrê řaste. xwa le qyametîşda saḧêb nî’metî ka.

lepaş çend řojê ke le hełebce maynewe, du’a xwazîman kird, hatînewe małî meḧmûd paşa.