sułtan ’ebdulḧemîd xan

Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 8 Xulek  777 Dîtin

le padşahî ’usmanî sułtan ’ebdulḧemîd xan padşahê bû saḧêb ḧukim û ’edałet û ’eqił û dîrayet û muruwet, be îḧsan û nî’met. le qełemřewî ewa hîç şarê nebû bełkû qeza û naḧîyeyek ke asarî çakey ewî tya nebê ya mizgewt ya minare ya pird. le nefsî suleymanîya minarey mizgewtî gewre û xaneqay meḧwî le asarî dîn perwerî em padşaheye. le hemû wiłatêka mîqdarê le erazîy boxoy cwê kirdibuwewe tapoşî kirdibû, nawî nabû «erazîy senîye»Nava taybet, warîdatî em erazîyane serfî xêrat û ’ulema û sadat û musafîrxaney estenbûłî ekird. zor muḧîbbî ehlî selaḧ û ’îbadet bû. şu’era û ’ulema le qesayda, le dêbaçey te’lîfatyan wesif û medḧyan zor nûsîwe. şarî estenbûł bewasîtey kerem û îḧsanî şahane da’îma le meẍrîbî, le mîsrî, le hîndî, le efẍanî, le turkistanî, le kurd, le ’ereb xałî nebû, herkes be omêdê, be teme’ê řûyan tê ekird. herkes beḧuzûrî xoy bigeyştaye ya ’erîzey teqdîm bwaye bêsûd û bêbehre nedebû, ya be me’aş ya be în’am ya be wezîfeyek bo wiłatî xoy řewane ekirayewe. padşahî wa bekerem û bexşiş wi’aqił û syasetzan kem buwe, emma zemanekey yarîyey nededa lewe zyatir xîdmet be mîlletî bika. bewasîtey řeqabetî ḧukûmetekanî ewrûpa destî bestirabû. ewanîş neyan etwanî biçin begjya, emîş be syaset diłî řagirtibûn. min ḧeq em qiseyem nîye, ewe ḧeqî te’rîxe, min her eḧwałî xosusî xoy enûsim ke bîstûmew çawim pêy kewtuwe.

sułtan sebeb be’îxlasê ke derḧeq sadat û meşayxî hebû, derḧeq be ḧezretî kak eḧmed zyatir bû, we kak eḧmedîş leber îxtyarî twanay swarî û seferî namabû, ew arezuwey her ledła bû. ḧezretî kak eḧmed ke bo xidmetî aynder řewndew mirîdanî tenha warîdatî aşêkî bû le seydawa, kiçezay xoy şêx muḧemmedî şêx ’elî nard bo xidmetî sułtan û kaẍezîşî bo nûsî. şêx muḧemmed ke egate estenbûł, padşa le musafîrxane qubûłî eka, îltîfat û merḧemetî legeł enwênê, fermanî zekatî pênc dê wek nodê, ’azeban, bizeynîyan, wêłeder, xeracyanî bo enûsê ke weqfî dergay kak eḧmed bê bo mesrefî mîwan û mirîdanî û, bo şêx muḧemmedîş me’aşî texsîs kird. ferman û emrî şahanî bo ḧukûmetî suleymanî hênayewe ke îtir mudaxeley zekatî ew dêhate neken, řaci’ be tekyey kak eḧmede. sułtan bewe qena’etî nebû, îradey kird ke ḧefîdu welî’ehdî kak eḧmed şêx se’îdNava taybet biçête estenbûł bo ḧuzûrî şahane, ewîş leser ew emre teşrîfî çû we na’îlî în’am û îltîfatî padşahî bû.

lepaş çend sałêkî tir dûbare emrî kird ke şêx se’îd biçêtewe bo xidmet zatî şahane. merḧûm şêx tedarekî seferî řêkxist, le xizman û eşraf û ’ulema û xidmetkar nezdîkî çil kesî întîxab kird ke lew sefere lexdimetyana bin. le eqarîb şêx mustefa û şêx ’umerî biray û şêx meḧmûdî kuřî, baqî le eşraf û mu’teberan û ’ulema bûn. bewasîtey cenabî şêx meḧmûd ke merḧemet û îltîfatî legeł min hebû, minîş daxłî hey’etî seferîye bûm. îradey şahane sadir bû ke hemû mesarîfî řêgay şêx û tebe’ey hetu estenbûł leser ḧukûmet bê.

şêx ḧereketî fermû, heta geyşte musił, muddetêk le mûsła mayewe, lepaşa çûyne dyarbekir, şêx teşrîfî betenha lay way mîwan bû, baqî le małî neqîbî dyarbekir mîwan bûyn, xidmet û ḧurmetî zoryan girtîn, le dyarbekirewe şarbeşar beqedir û ḧurmetewe řoyştîn heta daxłî estenbûł bûyn, teşrîfî şêx û birakanî û eşraf le małî seyîd îbrahîm efendî wekîlî feraşetî şerîfe mîwan kiran. ewî mayewe çûyne musafîrxaney «nîşan daş»Nava taybet. esbabî řaḧetî le hemû xosûsêkewe le musafîrxane mewcûd bû. ehlî şar û kurdan yekeyeke bo zîyaretî şêx ehatin û erbabî îḧtyac le kurd û ẍeyre murace’etyan beşêx ekird ke îşyan dirust bê. ewîş bo kes qusûrî nedekird.

řojê danîştibûyn temaşaman kird «ḧafiz alqir’an»Erebîê yekê destî řa’ekêşê, hat boxdimet şêx, musafeḧe û dest bosî lexdimet şêxa kird. meger em zate mela’usmanî ḧafzî meşhûrî mûsłî bû, be şêxî wit: «yasîdî ma ci’tik lan’amk wila liٲxiz ratib ٲû wisam bwastitik min alsiltan. ci’tik za’ra ḧiba licdik miḧimd ’ilîh alsilaة, û qilit fîk aş’ara mirticla fî hiza altirîq, û fîha alitٲrîx»Erebî. şêx qisekanî zor pê xoşbû, be’erebî bexêr hatnî kird, fermûy şî’rekanit bixiwênewe. mela ’usman xiřîleyêkî estûr, le qise kirdin û me’lûmata fesîḧ û be’îqtîdar bû, turkîşî çak ezanî û kemêkîş kurdî, ḧetta goranî be zubanî kurdî, hî zemanî qedîmî, bo şêx egut, eşraf û ewaney le meclîsa bûn le giftugoy ḧafiz ’usman muteḧeyîr mabûn, ewende têgeyştû û dana bû. destî kird be xwêndinewey şî’rekanî:

libnî alxizra qid wafî alhinaErebî
û silîmanîة alfizil alimzîdErebî
ḧîn balîmin etî es’idihimErebî
bît abrahîm az anḧil biةErebî
û kila alfirdîn min bît micîdErebî
sar miḧbub alqilub az ẍidaErebî
zîf siltan alurî ’ibdalḧimîdErebî
kîf la wihu abin «kaka aḧimd»Erebî
fir’ tة alimistifî alhadî alirşîdErebî
filhiza qilit fî ti’erîxة:Erebî
bihna qidim alşîx alsi’îdErebî
 

şêx û ḧazran teqdîr û teşekkuryan kird. lepaş se’atê danîştin îznî xwast û řoy. we’dîşî da ke hatuço bika, hemû hefteyê bêtewe bo xidmet şêx.

lepaş hefteyêk le geyştinman be estenbol xeyat leteref padşawe hat ke endazey bedenî hemû hey’etî seferî bigrêt, lîbasman bo biken. xeyateke, herkes begwêrey xoy, be’zê lîbasî mułkî, be’zê ’eskerî, be’zê ’îlmî, endazey bedenyan girtîn. herkes munasbî xoy, hîndê bergî ’îlmî, hîndî mułkî, hîndê ’eskerî, heryekeman destê lîbasî çoẍe û fasonî nayabman bo kiraw, řojbeřoj şêx lenezerî sułtana qedrî zyad bû. bo herkes řicay bikirdaye qubûł ekira. yek dû def’e le mabeyn ye’nî le małî padşah mewlûdî nebewê exwênra, şêx legeł birakanî û şêx meḧmûd û mela; ’elîy kanî keweyî ḧazrî ew mewlûdane ebûn. xolase sê mang le estenbûł maynewe, şêx her xerîkî îş û karî musułmanan û, bo ’ulemay suleymanî û be’zê cêgay tir we bo ew kesaney lexdimetya bûn gewre û biçûk me’aş texsîs kiraw, hîndêk be wezîfey gewre mesrûr bûn. le’axirda şêx îradey ḧec û zyaretî beytułłahî kird. be wasîtey serkatbî şehryarî îradey şêx be padşah geyşit, zatî şahane muwafeqetî fermû. seyîd ’umeru şêx meḧmûd arezûy çûne ḧecyan nebû, wîstyan bênewe bo suleymanî. şêx pêy naxoş nebû. ’ewdetyan bo sułeymanî ’erzî padşa kira, padşa řezamendîy nwand wit şeşsed lîre bo xercî řêga û swarbûnî wapoř bexořayî û xwardin û xorak heta le beḧir der’eçin. leser emane îradey şahane sadir bû. lepêş ḧereketî şêx bo ḧîcaz, eman bo suleymanî kewtine řêga. tebî’î minîş lexdimet şêx meḧmûda bûm, le řêgay ḧełebewa hatînewa bo mûsił û suleymanî.

meqsed, te’rîxî padşahanî ’usmanî û ẍeyrem zor dîwe. sułtanî wek ’ebdulḧemîd xan be’înham, be’îḧsan, be’asardanan kem bû. te’rîx nûs le syasetî herçî enûsê ḧeqî nîye ke î’tîraz bigrêt. çil milyon mîlletî cahîl û, me’mûr û muwezzef hemû xa’în, tenha şexsê herwa etwanê îdarey bika. we «şifaha»Nava taybet be şêxî fermûbû

mîllet sewyey ewey nîye îdarey meşrûteyan bidemê. be hemû fikirî xom se’î ekem, men’î xa’în nakirê. qisekeşî řast derçû. îttîḧadçî çûn begjya, meşrûteyan î’lan kird, «řom’îlî»Nava taybetyan becarê lekêsî dewłet da. weqit bû bułẍar estenbûłîş bigrêt û xîyanetî îttîḧadçîyekanîş le mîlletewe aşkira bû. ’eqił û ferasetî ’ebdulḧemîd xan le ewrûpaşda teqdîr kirabû. ẍerqî řeḧmetî yezdanî bê.