ḧemegaxor

«yadê le îxlas û ’îşqî sofyanî řabirdû»
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  703 Dîtin
be çiley zimsan wek çiley hawîn
befir eka be aw şerarey ewîn
le keçełmyan ḧemegaxor bû
zimsan be řûtî bo naw befir eçû
sofî muḧemmed ’aşiqê řas bû
bo şêxekey xoy zor be îxlas bû
be şew û be řoj her ḧeylaḧûy bû
goranî û hawar řeftar û xûy bû
wextê germ ebû ser û mîzerî
bazreqey ebest le tewqî serî
be her dû desî serî exuran
goranî ewt carcar eynałan
«ho mu’în mu’în, ho mu’îneddîn
çîbkem çî bêjim xwa çarem çîn»
’ewam bû bełam ’aşiq û jîr bû
şî’rî zor cwanî kurdî le bîr bû
ahengekanî new’î hore bû
şî’rekanîşî her bem core bû
hî xoy û xełkî û mewlewî kurdî
bîrim nemawe ẍeyrez yek ferdî:
«kiz kiz danîşin le pay dîwaran
zincîr le gerdin wek gunabaran»