eḧmed be xakî pakî kurdistan

wiłamî eḧmedxanî muḧemmedî (eḧmed řostem) hawřêy katî ’eskerî şipirze le silêmanî
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  592 Dîtin
eḧmed be xakî pakî kurdistan
be ’eşayêrî germên û kwêstan
be dosî pak û řas û bawefa
be yekcîhetî û yekřengî û sefa
be serdaranî pîrî lêqewmaw
be gyanbazanî şêranî řezaw
be ew kesaney kewa be naḧeq
zîndanyan çeşt û qisey řeq û şeq
be çaxanekey qadir’aẍay koyîNava taybet
be ’umrê ke wa be fêřo řoyî
herçend nameket exeme berçaw
çaw bê îxtyar piř ebê le aw
ême herçon bû ta êre hatîn
her çaweřwanî berzî wiłatîn
çiş le min kewa pîr û fewtawim
dinya řoşnitir dête berçawim