wiłamî namey enwerî birazay şipirze lelayen şipirzewe

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  593 Dîtin
ewnwergyan namey ḧewsał lemewber
îmřo be wirdî xistime ber nezer
fermûbût matî, çilon mat nebim
mat û xefetbar bo wiłat nebim
min matim çûnka wek qani’Nava taybet ełê:
xełkî pêm ełên şête û zorbiłê
matim lebo to û lebo qewm û kes
şała wek xełkî nebwayem derbes
matim bo ewey bê tawan kuştyan
xwêne pakekey napakan řiştyan
matim bo zułim û zor û nedarî
matim bo řenc û xerc û bêkarî
matim bo xom û xełkî şarekem
matim bo qewme giriftarekem
derdedił zore ba gêjit nekem
gîrodey qisey dirêjit nekem
bełam lam waye dinya xoş ebê
em xem û derde feramoş ebê
xoşî û leşsaẍî paş nexoşîne
ca emcar norey hewł û koşîne
dinya her waye kare û betałî
berzî û lêjîye, xoşîye û tałî
xwa bika êwe baş û leşsax bin
le matî derçin zor be demax bin
dwayî be qisey şipirzeNasnava edebî êrim
nûrî çawekem be xwat espêrim!