şî’ir çîye

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  745 Dîtin
kuřê biçûk le parkî şar
le penama girtî qerar
to şa’îrî? witim bełê
biłê şa’îr çon şî’ir ełê
witim êste hîç nazanim
lêmgeřê berbê zibanim
fermû wa şî’irim bo hênay
ba nebî îtir be temay
şî’ir tałî û xoşî jîne
giryane ya pêkenîne
seqze û şarî bêkarî
merge ya jînî bê’arî!