bo mamosa hejar

«şon xeyyam kewtûm»
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  619 Dîtin
to şêt û hejar û min şipirze û gêjim
bê bayexe ew witey ke bêjî bêjim
ba bem qiseqořane wekû mameřezaNava taybet
zûxawî derûn û bay sikim hełřêjim!
***
ew xułe le kołan û leser banêke
laqnigî sepan û lamlî şwanêke
ew gojene dapîre le destî egrêt
kêrî kere ya lolepî milpanêke
***
bew yare cwan û xoşewîstem bêjin
çon min hełekem be bê řifêq û bê jin
her ’îşqî ewm wa lesere paş mergîş
ew wexte ke xołekem be bêjing bêjin
***
biřwane ew pişîle çon topîwe
endamî řizîwe ya serî masîwe
’îşqêk û ẍirûrêk û hewayêkî bû
herwek min û to ewîş diłî lerzîwe