mest û pasewan

«wergêřanî şî’rî «mist û hişyar»y perwînî î’tîsamî bo zibanî kurdî»
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  885 Dîtin
pasewanê řêy be mestê girt û kêşaye pêş
mest witî kabra berokim berde xo hewsar nîye
pasewan pêy wit dyare mestî pêt lar da’enêyt
cwabî dawe řêge lar û lwêre řewtim lar nîye
pasewan pêy kut heta małî qazî bê biřoyn
mest wiłamî dawe qazî nîweşew bêdar nîye
pasewan pêy kut nizîke małî fermandar biçîn
cwabî dawe êste bo mîslî min û to bar nîye
pasewan pêy wit le mizgewta be ta darûẍe dêt
mest witî małî xuda cêy fasq û bedkar nîye
pasewan pêy řageyan pûłê bide û derço le des
mest witî dîwanî ḧeq cêgay zeř û dînar nîye
pasewan tûnd bû witî zû ew kewate dakene
mest witî zor kone şîtałî le çiłka dyar nîye
pasewan pêy wit behoşî kwa kiław û mêzerit?
mest witî ser ’eqłî bê, bê mêzerî hîç ’ar nîye
pasewan pêy wit zibanit łałe hîndet xwarduwe
mest witî kem bêje, kem ya zor be tom hîç kar nîye
pasewan pêy wit ke agadar eka tenbîhî mest
mest witî agat le kwêye pyawî agadar nîye!