siłam le kurdistan û taqewstan

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  915 Dîtin
siłamî min le xakî kurd û taybet şarî kirmaşan
ke taqewsanî yanî taqî sułtane û mekanî şan
leber taqa le deştêkî biław û xoş û pan û poř
ebînî berd û dîwar û xerabey corbecor û zor
ewaney şarezan em deşt û asar û zewî şîne
ełên cêy koşk û qesrî xusrewî perwîz û şîrîne
le taqewsanewe herwa berew jûr dû se’at řêga
egeyte bêstûn em kêwe efsane le ew cêga
leber demya şetawêke ke çwar aşgêř ebê awî
le lay ew awe qirjang łêłe bînayî û çiřî çawî
lenaw ew kêweda kenrawe nexiş û xetî bizmarî
ke zor berzîşe hêşta her le dûro řoşne û dyarî
ełên em nexşe û asare netîcey řencî ferhade
ke wek paşmawekanî řencekey her pûç û berbade
bełam efsaneye me’lûme em asare zor kone
zemanî daryûşNava taybety saḧêbî dû qeřne em şone
ebê asarî taqewsan be dest û karî ferhadNava taybet bin
hetakû xwisrewNava taybet û şîrînNava taybet le karî xoş û diłşad bin
bełê şanazîye bo ême em asare řengîne
eger hî daryûşe ya eger na ferhadî şîne!