bo biram ’umerî fařûqî

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  519 Dîtin
biray xoşewîst hawşarî diłsoz
řûnakî çawî xizim û gel û hoz
namey honrawet geyşte menził
çaw pêy řoşin bû geşawe pêy dił
zor řêkupêk û puxte û tewaw bû
derdedłêkî honerî law bû
herwek xot fermût leşkirî serma
herwekû çete dawye be serma
zîndanî kirdûm le çwarçêwey mał
her dem be du’am bo hêzî şemał
lebo wiłamit qisem zor pêye
herçêy biłêm êste bêcêye
qełem natwanê hełgirê hengaw
be řêda eřwa giławegław
axom řojê bêt hełgirête ẍar
qisey xom berê lem şar bo em şar
eger wextit bû bê bo serwextim
tirsî kewtinim heye bedbextim
direng coş exwa eger bişkê pîr
ebê ta emrê bibê zemîngîr
ca derdedłiman pêkewe ekeyn
ẍem wipejare lebeyna ebeyn
şipirzeNasnava edebî û pîr û lexo bêzarim
legeł emeyşta umêdewarim
peyamê berê bo kakî diłsoz
şemał le nûçkey kêwî nekeroz!