norey êweye

«cwabî namey kak řeḧîmî luqmanî şa’îr»
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  667 Dîtin
řeḧîm ey biray cwan û diłsozim
cêgay şanazî mełbend û hozim
honrawey cwanit geyşte destim
katê bû ledes mirdin exlestim
pîr û nexoş û lawaz û bêhêz
xerîkî derman xwardin û parêz
emřo û sozîm bû binûsim wiłam
cwabit demewe be witarî xas
şî’rê binêrim şaystey to bê
nek şipirze bê her girduko bê
dirêjey kêşa hetakû çwar sał
yarîdey nedam ne mêşk ne xeyał
bełam şipirzeNasnava edebî nawî xoy dyare
pîrî û nexoşî û xemîş serbare
eto luqmanî derdî diłanî
cêgay serberzî hemû kurdanî
emanem nûsî be yadgarî
bo hîway dwařoj eykem be dyarî
helî ême çû norey êweye
gelî dahatû wa beřêweye
minîş ke pîrbûm şukur êwe hen
kuřî fîdakar zorin bo weten
wiłatîş wek to yaxwa řizgar bê
le mafî řeway xoy berxurdar bê
ẍembarî labe bibe be diłşad
dîlî bigoře be nawî azad
umêdewarim lemew bewlawe
ẍem û pejare biçête lawe
serxoş û azad ẍeman be ba deyn
îtir hawar û sikała nekeyn
heta nîştîman kuřî wek toy bê
ebê zor hîway gewrey be xoy bê
ba şipirzeNasnava edebîyiş bim le xwam ewê
be awat bigeyn wiłat serkewê!