tercimey ẍezelêkî ẍemamî hemedanî

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  663 Dîtin
temen beserçû be bîr û xeyałî bûn û nebûn
le bo necatî nefaman nemawe řêy derçûn
şeřabekem biderê çûnke nemdî pyawê wa
ke hatû mird, nełên pêy leberçî nemrê be tûn
ne ’alim û ne melayê ke ḧellî muşkîl kat
ne pîr û şêxê ke xełkî řeha bika le cinûn
hezar ḧeyf ke le em řojgareda pyawê
nîye ke bigrê desî bêkesanî zar û zebûn
le kwêye dadřesê bo girûhî mezłûman
nebête gurgî sitemger be madeyî qanûn
umêdî çîte be mułkê eçêt û namênê
ne ḧeşmetî cem û kîsra ne debdebey qarûn
çi nerme diřkî muẍeylan be pêy petî wextê
cemałî ke’be le dûr derkewê wekû xatûn
nîgarî ḧorleqayê ke řoḧ eda be cîhan
eger hemû bikujê çiş fîday çawî hemûn
diłî hemû eřfênê be nîm nîga emma
weha mezane ke zor lay girînge dił derçûn
wekû «ẍemam»Nasnava edebî be sûkî bizane ẍem nafî’Nasnava edebî
cîhan le des der’eçê herwekû kefî sabûn!