ax le qewm û kesî ew dewre

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  688 Dîtin
ax le qewm û kesî ew dewre
xozge bew pyawe piławî çewre
qewm û kes dujmin û bêgane û dûr
dewrî egirin wekû perwane û nûr
le hemû sînf û hemû new’ û cor
şîn û řeş sûr û sipî bazg û bor
menziłî piřye le ’am û xasê
seg lewê saḧêwî xoy nanasê
qiřye çîreye ẍełbe û ẍewẍa
tacir û ehlî îdare û aẍa
kasb û şêx û melay şar û dê
ḧazirin dayme bo tîke lewê
şêx qinûtî besera exwênê
mamosa ayetî bo eřfênê
ḧacî aẍa ser te’zîm û senay
wa leser nawik û beynî dûpay
her yekêkyan be zibanêkî dirêj
bo cenabî ebne medḧet bêj
ke serit waye kiławit waye
neferit waye piławit waye
lay qedit serwî çemen diřk û dał
le kinit asefî e’zem ḧemmał
eger em muḧtereme bê mał bû
nanekey wişk û zimanî tał bû
her yekêkyan teşerê neşterwar
eçeqênin be cigerya wek xar