lawî swarî xurdelûkî

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  525 Dîtin
kuře aẍakey dêy xurdelûkî
boçî lê’exuřî herwa be sûkî
ciłewî esbit xiste serî mil
leserxo eřoy be şil û wilî
xot dawete des řewtî esbekwêt
bêḧał tiraw wa kewtûyte řêt
gurc û wiryabe awzengî lêde
sistî û temełî lexot fiřêde
quşqûnit tund û tenget qaym bê
newek hînekey mam biraym bê
milî esbekwêt řaske û kilkî qît
takû pêt biłên şořelaw bijît
bałaberzît û çawbiro mestî
bo berzî biřo řû meke pestî
ḧeyfe milşoř û mat û serkiz bî
ebê nimûney swarî seqiz bî
be yorẍe û loqe û piřtaw û qirqaç
řûkere yaney arezû û amanc
takû bem sware û bem bałaberze
şanazî bika kakî şipirzeNasnava edebî!