mamosay beřêz kakî berzencî

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  556 Dîtin
le wiłamî seydimuḧemed’emîn berzencî mehabadî ke be şî’ir řexney le şî’rî şeřesegî kanîkewe girtibû
mamosay beřêz kakî berzencî
hîwadarim qet le min neřencî
namey dirêjî çwar peře nûsraw
geyşit û name ser gilêney çaw
key min şayste em lutfe zorem?
gewreyî xote key min bem corem?
bo îtfaqî dêy kanîkewe
le şî’rekanim to ’aciz mewe
key min witûme dêhatî û cûtyar
nyane fikir û ’eqił û bend û bar
ger aẍa nebê małwêran ebin
řayet bê aẍa sergerdan ebin
ger dîwanekem baş temaşa key
be meřamî min tewaw pey ebey
çende tarîfim kirduwe le řayet
be îstîdlalî ’eqił û be ayet
be zorî şan û areqî nawçaw
felay bêçare exwa nan û aw
aẍa û řayet û dêhatî û şarî
wekû yek wane lay xuday barî
gewre û buzurgî feqet teqwaye
herkesê çak bê ewe aẍaye
le kam quř’an û kitêba nûsî
be řayet biden cwên namûsî
cerîmey bika û jinî dagîrka
kiçekey berde û kuřî esîrka
bo gelecût û gêre û dirwêne
biłê qeḧbebab çwarî tir bêne
bîxate bêgar be řoj û be şew
herçî peyda ka her bîda be ew
ca minîş biłêm ger aẍa biřa
fela becarê eçê be quřa
min xom tûme şeřî awayî
bêferhengîye nek bê aẍayî
ke tîşkî zanîn řûy kirde xakê
la’eba desî hemû napakê
aẍa û řayet û dêhatî û şarî
heryek enasê řê û şwênî karî
fitzikirunî zimna bi’dîErebî
ya ri’îsة lilimkit si’dî!Erebî