şeřesegî kanîkewe

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  534 Dîtin
way le bê’îlmî û nebûnî ferheng
em qafłey ême ta be ḧeşre leng
le kanîkewe le dêy ḧesenbeg
cwanê şehîd bû leser şeřeseg
kewtine naw yek le cwan û le pîr
kwêxa û řîşçermû û sepan û gizîr
be berd û têła û xencêr û goçan
kutayan yektir bê pişû û wiçan
zyatryan sofî û řîşsipî û boz bûn
dinyadîde û pîr serkerdey hoz bûn
şeřî xwênînê weha bû dayêr
wekû feřanse û tîpî cezayêr
serugwê şikaw, tasyaw û masyaw
xwên řija lewê wek awî asyaw
yek mird û yekê le xestexane
ewey maweto wa le zîndane
gîrawin desey qatił û meqtû
despaçe û damaw, melûl û meẍlûl
mijde bê yaran ke kanîkewe
serçawhî ’îlim û ferhengî newe!