gileyî le çerx
Li pirtûka:
            Gird û Ko
        Berhema:
                Nafi Mezher (1913-1998)
        
             1 Xulek
             1278 Dîtin
        
        
    felek têkeł û pêkeł û gurc û çak
hełêryêt û bişkêyt û biřjêyte xak
çîye beynî her sał û çen mang û řoj
lebo yek emankeyte êsqan kiroj?
îtir besye seg hetakey behîç
leyektir berîn danî xoman be řîç?
hetakey erê ’asmanî bełek
legełman ekeyt ḧîze fêł û kełek?