wesyetî axir nefesî ’elîxan

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  584 Dîtin
le axir nefesya demî gyaneław
be enderzî kurdane hate cwaw
witî baş nîye gewrekuştin emîn
ke giryanî le şwêne her pêkenîn
emeş karî dinyaye bazařî merg
gozergaye bo pyawî xwêřî û becerg
lebo min gelê îftîxarêke berz
ke pyawêkî wekû to minî xiste ’erz
etoyş xwa ezanê nefeshełimjê
çi bêkare û xwêřyê etkujê
bełam wa emin mirdim û çûm le dest
gyanim fîday kurdî mîhenperest
îtir êwe û zatî yezdanî pak
ke em kêşeye xiste ser piştî xak
yekê bin îtir besyetî dûdłî
bitanbê legeł yektirî têkełî
wefa nabesê małî dinya be kes
le ewweł weha hatuwe des be des
hemû karî dunya eda pêç û dewr
wekû gerdişî ba û baran û hewr
le qeřnî yek û dû heta qeřnî sê
feqet nawe ew çişte mabê becê
becarê hemû des bene desî yek
be ’ilîm û be ’eqił û be mał û be çek
heta mîlletî pestî xo beriz’eken
hemû pasî yek mentîqe û merz eken