mest û mêstir dag

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  601 Dîtin
pyawê le daxî derdî zemane
penay birdeber mey û meyxane
şewê ewney xwar ’areq û şeraw
yektexte lêkewt text bû tewaw
lakołanêka kewt û řehêł bû
dirêjbû xoy da le gez wek mirdû
agay le meḧmûy bêzewał nebû
ne lebîrî mał ne minał nebû
řûmetî leber řişanewe û qey
piřbû le mas û goşt biryanbey
hate ser wextî segêkî çalak
řûy pak listewe be ziban zor çak
mêstir dag paşan laqî ḧewa bird
mîzî ḧewałey seruçawî kird
witî: sipast ekem biragyan
dek qezat kewê le ḧacî û řeḧman
lebo desmałî nemnak û nerimit
bo ’etirpaş û bo awî gerimit
min mestim kabraş lebo ḧałî xoy
esřê firmêskim be desmałî xoy
şipirzeNasnava edebî herkes ḧewlî xoyetî
key bo xizmetî min û toyetî!