min ewme

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  582 Dîtin
min ewme bawkim zor melaçak bû
mamem pyawêkî aza û bêbak bû
piştawpişt ceddim şêx û mela bûn
nawdar û cesûr zirit û aza bûn
bawkî daykîşim şêxêk bû zor qurs
beřêzyan egirt kurd û turk û furs
xałom sedhezar peyřewanî bû
hezaran nefer senaxwanî bû
kîşwerim mawey şeş hezar sałe
emrîka hêşta kałe û minałe
min ewme ke řosem le maznideran
îftixarî bû bo xakî êran
min ewme kawe û fereydûnî pak
kurdî necat da le zułmî zeḧḧak
min ewme ke xom pûç û bêkarem
serxoş û mestî em îftixarem
min ewme êste wek mela meḧmû
gwêqutim biłên de fermû fermû
min ewme xom û qewm û birakem
xało û amoza û metyeza û kakem
le sayey fîz û îfade û demar
bûyn be cêy tîr û taney řuzgar
min ewme êsta ke tirsenokim
bê sewadim û lay xełkî sokim
min ewme êsta ke şarî seqiz
zoryan birsîn û bêçare û serkiz
min ewme êsta le xo me’îwsîn
her çaweřwanî emrîka û řûsîn
min ewme êsta hawşarîyekanim
sikała eken řût û bê nanim
min ewme êsta cwanî basewad
le bêkarya dadye û feryad
min ewme hêşta ke xełkî nawşar
hawarîye ledes polîs û jandar
min ewme ke zor, zor natewawîn
taze xerîkî te’mînî awîn
natwanîn diřkê le pê derbênîn
bełam be tiřan goze eşkênîn