be min çî?

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  776 Dîtin
ewnem xefet xward tewaw dařzam
xem edem be ba řeza be qezam
be min çî kabra dway dûhezar sał
singî ekutê be gurz û gopał
be min çî kabra teqeteq eka
sikî xoy be şîr şequpeq eka
be min çî kabra bo jinî sikpiř
nûşte enûsê kiç pika be kuř
be min çî kabra bo jinî nezok
le şêx esênê gał û denke nok
be min çî xanim çen qetre qetran
awête eka be xołî qebran
eyda be kabra lał û bêleş bê
hewêkey leber çawî ew řeş bê
be min çî minał beřełłay şarin
le te’tîlata lat û bêkarin
bo hemû řêga û cêgay pîs eçin
ew zeḧmetane gişt lekîs eçin
be min çî hêşta řayet û aẍa
miştumřyane le mezra û baẍa
be min çî hêşta zor kes le me’mûr
xoy îqdam eka bê emir û destûr
be min çî zorkes xoyan nanasin
gîv eken wekû boqle emasin
be min û to çî ke kûçe û kołan
piřye le pêşe û kaẍez û xołan
be min çî xanim minałî zor wird
beřełła eka bo kołan û pird
be min çî kasb kewtine bołe
ełên ke bazař te’tîl û çołe
be min çî îmsał ewende barî
fewtawe be jeng xeley serdarî
be min çî xełkî leser hîç û pûç
ebin be dijmin le yektir bê sûç
be min çî xełkî dûřûn û dûpon
xerîkî pêsî serî min û ton
be min çî biřê bê îtîla’in
mełoşewênkey naw îctîma’in
be min çî xełkî bo naw mang efiřn
seqzî hêşta her sard û siřn
be min çî xełkî hemû çûne ser
eykutê û naga nafî’Nasnava edebîy mezher
xo min sikim bû be kîsey xefet
defjen fîdat bim bide le defet
be sozî derûn şî’rê bixiwêne
saqî toyş were şeřabê bêne
ba çen deqêqe xemî zor û kem
be lutfî êwe le derûn derkem!