seqiz

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  817 Dîtin
serim sergerdî xoł û xakî seqiz
be qurbanî kuřanî çakî seqiz
sedî wek min bibête gaw û gerdûn
leber pêy mîlletî diłpakî seqiz
îlahî her bijî kawe û fereydûn
lebo labirdinî zuḧḧakî seqiz
kuřanî mekteb ey mayey umêdim
ke êwen meş’elî řûnakî seqiz
meyêłn cahîlî ’alim nûmakan
esîm û erzel û seffakî seqiz
be efsane û qisey pûç û xorafat
bipoşin ayney îdřakî seqiz
xwaḧafîz qisey xoy kird û řoyî
şipirzeNasnava edebîy bêkes û ẍemnakî seqiz!