çiş

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  806 Dîtin
bezay’ řoyî çiş ’umirim be kêrmo
be fikirî qoř û karî lar û wêrmo
be meqsûdim nebû dunya be gunmo
be estêrey kesîf û bextî kwêrmo
le mindałî heta êsta ke gewrem
eger wextê ke bêt û yadî bêrmo
lewanem bitłeşêm bitiřim be gořma
emêstakeş be qelbî goc û gêřmo
be naw exwênim û meşẍûłî ’êlmim
leřêgey mirdina qasêd degêrmo
ewey nafî’Nasnava edebî kewa xwêndim le jûro
meḧebbet giştî derhêna le jêrmo