wa dîsan kelle û û xeyałim meylî ẍembarî eka

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  786 Dîtin
wa dîsan kelle û xeyałim meylî ẍembarî eka
pare bê yařeb diłim bo řişteyê parî eka
wa xeyatey xawî fikirim hełdeka xatû xeyał
hên dirêje řîsekey ta tûşî azarî eka
def’eyê bêtaqetî bo maçî lêwî ał eka
arezûy meḧbûbî lûsî mestî xemmarî eka
tawê emba bo guł û awî çem û dewrî çemen
arezûy tar û kenar û bezim û meyxarî eka
tawê tir dinya lelay tarîke xełkî pê kere
hatûçoy mizgewt û meylî nwêj û dîndarî eka
řojê însanê be şewq û xoşziban û natîqe
řojê bê hoş û xemoş û bê ziban zarî eka
gahê meẍzî xałîye herçî biłên zû ḧałîye
gahê bo kem metłebê nêw meẍzî neccařî eka
arezûy bêca seraçey kellemî hêna le bêx
wa le layekî tiro meşẍûłe mê’marî eka
eẍłebî řoj saz û daray keyf û qaqa û pêkenîn
eẍłebî şew bêdemaxe û meylî bêdarî eka
ewnehay řist û witî kes gwêy nedayê wa emîş
her le daxî munkêran teqlîdî koffarî eka
enwerî emřo le dax cwên û qisem bêdeng û mat
şêx řezayş emřo le zemim meylî bê’arî eka
řoj heta êware serqałim le xomo bê esas
fîkirî min teqlîdî karî gawî ’essarî eka
ḧałî min em ḧałeye boye weha paderhewam
şahî min bew new’e wa qanûnî xoy carî eka
ḧałî a em eḧmeqem pirsî le eqiłim pêy witim:
sozî ’êşqe wa le diłda karî bêkarî eka
nafî’Nasnava edebîyiş damawe ’eqłî bêdese û ’îşqî qewî
wa heway qoř řêberî her naḧye û şarî eka!