bo emey meymûn biłêyn cwan bû ewe hawłeyşî girt

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  824 Dîtin
ey şikił meymûn û hey’et neḧis û xîlqet kaf û řê
kes be mîslî to nebû wa nûn û gaf û bê û tê
’alemê keř bû leber wîře û weřet ey sîn û gaf
her wekû gurgêkî har degrî le xełkî qaf û pê
ey be enwa’î xerapî ta’î gewre û elf û qaf
elf û ḧeyn û mîm û qaf û kaf û sîn û ya û fê
bo emey meymûn biłêyn cwan bû ewe hawłeyşî girt
layqe bigirim seruçawit le qaf û waw û řê
şîn û řa û fê le to wek şîn û řa û mîme dûr
her wekû weḧşî nefamî nîte elf û dał û bê
zemmî xełkî kem bikey ey nun û elf û fê û ’eyn
řase ehlêkî xerapin xełkî sîn û qaf û zê