goranî bo mekteb

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  683 Dîtin
weten hawar eka ełê hestin
emřo řojî hewł û hîmmete!
ḧeyfe nûstin zor dwa kewtûn
qewmî dwakewtû dîl û negbete
îş ke be merdî bedest û birdî
bo pêşewe ey lawî kurd
***
be xułq û kirdewey şîrîn
legeł yek wek bira bijîn
besye le dił laberin qîn
ême dûdił bûyn boye dwakewtîn
îş ke bemerdî bedest û birdî
bo pêşewe ey lawî kurd
***
’îlme mîllet řizgar eka
cehle becarê weten wêran eka
kuřgel hestin bo wa sistin?
weten wa çaweřêtan eka
îş ke bemerdî bedest û birdî
bo pêşewe ey lawî kurd