lawanî weten...

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  721 Dîtin
lawanî weten
ẍîretê biken
dey hestin le xew
wa beserçû şew
nema zemanî
cehil û nezanî
emřo firsete
řojî hîmmete
be’îlim û sen’et
berz ebê mîllet
’alem hemîşe
xerîkî îşe
îş ken bemerdî
bedest û birdî
yek dił û dem bin
ta řojî mirdin
lawanî weten
ẍîretê biken