goranîy sipor

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  851 Dîtin
yarî ke, řake pêkene
cilî bêkarî dakene
demarî sistî hełkene
yarî ke, řake, pêkene
***
topên û kewşek û şeqên
yarîyêkî zor cwan û becên
tewjim û tîn eden bexwên
yarî ke, řake, pêkene
***
dawênî řastî bermede
le yarmetîy xot lamede
xaw û xilîçk xot bamede
yarî ke, řake, pêkene
***
cwanîy řewişt û kirdewe
bo naw û berzî pêşřewe
begurc û gołî serkewe
yarî ke, řake, pêkene
***
eger pêwîstî xotit kird
gelit hemû dirişt û wird
ełên bijî lawçakî kurd
yarî ke, řake, pêkene