şwan û meřekanî

le « alqira’ة alimsurة» wergîrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  716 Dîtin
şwan:
meřekanim çend cwanin
çend bekełk û besezmanin
biřon... biřon... bo ew laye
zor leweřî çakî tyaye
meřekan:
lûrey gurgê dête gwêman
nizîk kewtotewe lêman
eger to zû negey pêman
ew bedxuwe dête řêman
şwan:
le lûrey ew hîç metirsin
eger lew gurge epirsin
wa řay kird milî şikan
«baze»y dî, řoyî, têy teqan
meřekan:
beharman her bo bimênê
xuda toman lê nesênê
le çakey to her dernaçîn
heta mirdin gerdin keçîn
şwan:
tarîkî dahat û şewe
ca norey doşîn û xewe
ewa emřoşman tê peřan
biçînewe bo dêkeman