beşaret le gişt me’mûrekan ewa tyatro hatewe

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 2 Xulek  726 Dîtin
beşaret bê le gişt efradî me’mûr
hemû çaw řûn bin û dił şad û mesrûr
le sayey xwawe derkewt řojî piř nûr
beserçû şew, nema hengamî deycûr
***
şukir esbabî keyf û zewq û ’uşret
hucûmî kirde ser şar bo def’î mîḧnet
keman û ’ûd û qanûn, seyrî qamet
huzare û qumrîye bo baẍî ’uşret
***
’îlac û mełhemî bo qelbî piř ẍem
cemal û dengî xoş û zułf û perçem
emane hêzî gyanin nek hemû jem
qubûłî û tas kebabî û tîke îzrem
***
çi řojê bû ke dwênê řojî meḧşer
xelayq têkřijabû cumle yekser
leber «fîktorya» bû ey birader
ke xełqî hateder wek řîze ’esker
***
hemû me’mûr demaẍî bezim û xoşî
lîbasî faxîr û nayabî poşî
beyadî em qudûme camî noşî
behîmmet bo zyaret tê ekoşî
***
..................... ’aşiqî «fîktorya»ye
le řêy ew da’ma řoḧî fîdaye
bebê ew jînî her derd û cefaye
muḧasîb yek delîle lem lîwaye
***
ře’îsî belde wirdî ta diriştî
le daxî hîcreta komawe piştî
wekû mecnûn fîraryan kirde deştî
kewa hatotewe çak bowe giştî
***
muhendîsmane ta êsta le şîn bû
serapa îşkerî mat û ḧezîn bû
derûnî kun kun û zam û birîn bû
keçî emřo bexende û pêkenîn bû
***
mudîrî da’îrey řêjî emîn beg
le qehra wirgî awsa bû bedîbeg
wicûdî xo nemabû ẍeyrî dû řeg
keçî emřo ke toy dî kewte aheng
***
qudûmî ew lebo her genc û pîrê
xîlafî tya nebû wêney nezîrê
ebê lem řoje te’rîxê bigîrê
le defterda binûsrê hełbigîrê
***
řicatan lê dekem ey xizim û yaran
ke zor tê hełneçîn wek carî caran
leserxo bin le îşêka ke kirditan
hetaku zû nebin lat û perêşan