şîwenî řabirdû

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  750 Dîtin
zemanê bû ke baxî şêx wekû baxî mu’lileq bû
keçî êstake pejmurde becêgey ḧacî leq leq bû
bewêney taqî kîsraye, ewîş wek em xerabate
zemaney şewket û ’îzzî beserçû cergî şeq şeq bû
le mecd û nawî řabirdû şeref tê fikire ca bigrî
lebo ew řoje pîrozey ke çend piř şewq û řewneq bû
esîr û mate êstake le jêr çingî ẍezebdaye
le xinkana be bê çare letawa çawî wa zeq bû
selaḧeddînî eywibî ke dinya kewte jêr destî
sulaley alî baban bû ke saḧêb ḧukim û sinceq bû
hemû řoyîn. bełam nawyan becê hêşt bo xełq çunke
ewî bê naw û şuhret mird, muḧeqqeq gewc û eḧmeq bû
bełê dinyaye, wek baye, cefaye, çeşnî xew waye
hezar mułk û mîllel fewta hezaran textî pê leq bû