çi xoşe!

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  907 Dîtin
çi xoşe desteyek diłsoz û yaran
řefîqî yektirî bê ẍerizkaran
betaqim pêkewe fesłî beharan
biçîne bezim û řezim û keyf û seyran
leser awê bekomeł dabnîşîn
beneş’ey bestewe bade binoşîn
***
beyarî û pêkenîn û şewq û suḧbet
beseyrî menzere û sîḧrî tebî’et
be zîkirî sanî’ û teqdîsî xîlqet
le dił derkeyn buxarî derd û mîḧnet
le gułzara be’aheng dabnîşîn
beramber deşt û şaxî sewz û řengîn
***
le bîrit ẍa’îley dinya beder ke
le basî nîk û bed, tuxwa, guzer ke
besêtî çawekem bêkesNasnava edebî ḧezer ke
le xwar û jûrî xot satê nezer ke
zemîne piř guł û řeyḧan û nesrîn
semaye fubbeyêkî şîn û nexşîn
***
eger to xawenî îdrak û hoşî
le mazî û paşeřoj çawit epoşî
se’adet leḧzeyêke to bexoşî
le seḧra řabwêrî mey binoşî
desaqî têke tuxwa taku emrîn
me’îşet tewqe bo însanî ẍemgîn