bêzarî

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  858 Dîtin
le ḧałim boye bêzarim, temaşaken ke çend ’eksim
le pestîy bextî napuxt û le berzîy ’îzzetî nefsim
le kullîyey jyana min hezaran tecrebem dîwe
keçî êsta kewa taze xerîkî mekteb û dersim
bedûřûyî û diro û saxte gelê kes pê geyî, emma
minî bêkesNasnava edebî leser řastî beda’îm gîrewey ḧepsim
ewaney dwênê gałtem pê ekirdin êste zor berzin
tifû lem bexte sersexte û le nawçewanî wa neḧsim
zemanî pyawî casûse, çi wextî sîdiq û namûse
le her la basî exlaq û wefa bikirê ebê hełsim
ewende te’qîbî ḧeqim kird heta wa sûk û řîswa bûm
hezaran le’netim bo dê le her şwênê kira beḧsim
řewacî kwanê lay xełqî witar û şî’rî piř me’na
gelê kes pêkenînî dê beguftar û dem û lewsim